Farûk SAKIK
Mahsûm Korkmaz di salên 70ê de di nav tevgera azadiya Kurdistan de cîh girt. Li herêma Êlîhê faaliyet dimeşand.
Di Çileya 1980’an de çû Lubnanê û piştî perwerdehiya 7 mehî careke din vegeriya welêt û li Botanê bingeha tevgera gerîla danî.
Di kongreya dûyemîn a PKK’ê de wekî Endamê Komîteya Navendî û Endamê Konseya Navendî ya Hêzên Rizgariya Kurdistan-HRK’ê hate hilbijartin.
Piştî kongreya dûyemîn careke din vegeriya welêt û dest bi amadekariya pêngava 15’ê Tebaxê kir.
Piştî amadekariya 3 salan, tevî komek hevalên xwe, di 15’ê Tebaxê de, bi çalakiya li navçeya Sêrtê Erûhê, li Kurdistan û Tirkiyê pêvajoyeke da destpêkirin..
Mahsûm Kormaz di demeke kin de, di nava gel de weke fermandarekî efsanevî yê gerîlla hat nasîn.
EWROJ…
Êdî saetên destpêka 28ê Adarê bû. Ew şev ewr tunebû, sayî bû û stêrk li asûmanan diçirûsîn. Egît got, dema em ketin kemînê noqta me a kombûnê, cîhê ku em 7 rojan lê man e.
Saetek meşiyan. Şervanên ji komê re rehbertî dikirin gotin deng tê. Lê pê dernedixistin ku dengê çiye û ji kuderê tê. Mesafe gelek dûr bû. Hin dewsên pêyan li ber wan xuya kirin. li ser van dewsan nîqaş dikirin digotin; ev dews nû ne? an jî kevn in? Di vê kêliyê de ji her deverî bombe û gulebaranê destpêkir. Kom belav bû. Her yek bi aliyek ve pekiya, lê bomberdûmanê hîna dewam dikir. Egîd û koma xwe jî bersiv didan vê êrişê. Gelek esker hatin kuştin. Lê ew ketibûn keminê ji bo vê yekê Egîd ferman da û got “paşve bikişin”. Şervanan di nav wê bahozê de dengê wî naskirin û vekişiyan. Yek bi yek xwe gêrkirin derbasî newalê bûn. Eskeran, fîşekên ronahiyê avêtin da ku cîhê wan tespît bikin. Bi ser neketin. Bi navê Metîn birîndarek wan hebû. Ji lingê xwe birîndar bûbû. Hevalê xwe hijmartin, dîtin ku Egîd û Lezgîn tune ne. Lê wan digot dibe ku derbasî noqta hevdîtinê bûne.
Hevalên wî derbasî noqta hevdîtinê bûn û Egîd nedîtin. Gundiyek şandin bajêr ku derbarê şer de agahî kom bike.
Ev gundî sal derbasbûn nameyek şand kovara Serxwebûnê û waha behsa çavdêrî û şahidiya xwe dikir:
“Min dixwest beriya roj derkeve xwe bighînim bajêr. Ez nêzî qereqolê bûm, ji nişkê ve dengê helîkopterê derdor dagirt. Îhtimala ku heval li ser disekin în rast derket. Çokên min giran bûn. Lerizî û nema dikaribûm rabim. Helîkopterê li ber qereqolê danî. Lê li her deverê qereqolê tirsek hebû. Cinazekî ji helîkoptêrê derxistin. Ez derbasî malê bûm. Ji ber ku wê demê ez muxtar bûm bangî min jî kirin û cesed nîşanî min dan. Ji min pirskirin, gotin tu nasdikî yan na? Mîna ku min zimanê xwe daqûrtandi bû, tenê min dikaribû bigota na.”
Cenazê Egîd birin li Sêrtê li Newala Qesaban veşartin. Di wê demê de gelek gerîlayên kurdan ku di şer de jiyana xwe ji dest didan, dibirin Newala Qeseban di gorên komî de vedişartin.
ÎROJ…
Egîd, weke sembola têkoşîna berxwedana Netewî tê nasandin. Îroj li Kurdistanê navê herî zêde li zarokan tê kirin navê Egîd e.
Weke sembola şerê çekdarî yê gerîllayên Tevgear Azadiyê li dijî dewleta Tirk daye destpêkirin tê nasîn.
Gelek şervanên kurd jî dema tevlî nav refên gerîlla bûn navê Egîd li xwe kirin. Û şerkirin. PKKê di kongereya xwe ya sêyemînde navê Akademiya xwe ya Bekaa wek Akademiya Mahsum Korkmaz bi nav kir. Di perwerdehiya gerîllayan de taktîk û têkoşîna Egîd emsal hat nîşandan.
Li ser navê wî stran hatin gotin. Yek ji wan strana …ey çiyayê Gabbarê, te ji bîr nakin tu carî… bû.
Egîd pêşengê pengava 15ê Tebaxê bû. Bi wê çalakiya xwe bêdengiya 100 salî bi dawî kir.
Îroj bi navê Leyla Guven jinek kurd pengavek nû li dijî bêdengiyê daye destpêkirin.