Derwêş M. FERHO
Gava meriv pelên HAWAR a pîroz vedike û nivîsarên wê dixwîne rehên ruhê milî di laşên mirov de qewîntir dibin. Ev jî dide xuyakirin ku li ba berpirsiyarên Hawarê di salên sîhî de ruhê Kurdî çiqas xurt bû. Û tiştê herî girîng, di bin çi zehmetî, çetinî, zor û tunebûne de ev ruhê Kurdî ku di kovarê de jî xweş xuya ye, berhema xwe bi 57 hejmaran domandiye. Di bin her awayê zehmetiyan de şoreşa alfabe û zimanê kurdî pêk anîne. Zimanê kurdî bi hezeke hêja û layiq bi kar aniye. Pîrozî û giraniya Hawarê jî di vir de ye.
Tiştê ku bala min di rojên îro de dikşîne ev e: em kurd heta îro, -ev 66 salin- di warê gramer, alfabe û standartkirina zimên de ji dereca Hawarê nebuhurtine. Hawarê berî 66 salan çi da me ew jî heye. Ango, Mîr Celadet Bedir-Xan di salên sihî de di ware zimanzaniyê û (ez karim bi rehet jî îdea bikim di ware siyasî, civakî û kulturî de jî) ji çapa rewşenbîriya îroyî ya Kurdan pêşdetir bû. Gava meriv li nivîsarên wî, xebata standartkirina zimanê kurdî ku ji hemî halên Kurdistanê bi hev re muqayese dikir, bîr û baweriyên wî di warê siyasî de, jiyana wî ya civakî û cîhana ku ew di çarçewa kulturî de dijî dinêre, her tişt zelal dibe.
Gelek caran tê gotin ku Hawar rola xwe ji her demê zêdetir niha dilîze. Ez ne di wê baweriyê de me; hawarê di salên weşana xwe de jî, di salên paş de jî û di dema îro de jî rola xwe mezin û piralî bi awayekê serketî lîstiye. Hawar bi jimareke pir kêm dihate weşandin. Pir kêm kesan dikaribû wê bi dest bixin. Lê her hejmareke wê mîna ‘Ema Quranê li nav rewşenbîrên kurd digeriya. Lê dihate pirsîn. Her helbesteke kurdî, ku tê de dihate belavkirin mîna ayetên Quranê dihatin jiberkirin. Ji aliyê dengbêj û hozanên Kurd dibûn sitran. Tiştê herî balkêş jî mele, şêx, mirîd û sofiyên dîndar ev helbest gund gund digerandin, ji xelkê re bi serbilîndî dixwendin. Heta elîta bilind ya kurdan jî ev helbest ji ber dikirin û dixwendin. Heta niha jî ev adeta xwendina helbestên helbestvanên wê demê, di nav kurdan de tê dîtin. Ev hemû bi saya Hawarê bû. Hin kesên ku ev helbest ji ber dikirin û di nava civatê de dixwendin hê jî dijîn.
Nivîsarên li ser mijarên cihê ku di nava pelên Hawarê de dihatin nivîsandin jî roleke pir mezin dilîstin. Ji çîrokên gelerî heta bi tefsîra Quranê, ji mijarên siyasî heta mesele û metelokên pêkenînê tesîra xwe li çarçewa ruhê kurdî re bi aayekî xurt dikirin. Ji ber vê yekê ye Hawar di nava Kurdan de ciyekî bilind heq dike.
Pirraniya hejmarên kovara Hawarê di dema xwe de li Almanya tomarkirî hat çapkirin. Cara duyem Hawar bi temamiya hejmarên xwe li Swêd ji aliyê weşanxaneya Nûdem hate çapkirin. Bê guman, dîsa bi gelek zehmetî û çetinî ev çap amade bûbûn. Weke ku dihat xwestin di nav Kurdan de belav bûn? Ne bawer im. Kovara Hawar ji 1934 heta 1943 bi awayekî rêk û pêk, bi hemû zehmetiyan ve dihat çapkirin 57 hejmar derket. Weşanxaneyên ew li Almanya û Swêd ji nuh ve çap kirin gazinên xwe dikin. Ji ber lê nehate pirsîn. Ev jî sersariya me dide xuyakirin.