Ikbal BEDRAN
Ciwan ji bo rizgarkirina Efrînê li Şehbayê bi ruhê seferber xwe birêxistin dikin. Ciwanên Şoreşger ku beşdarî meşa bi heybet a 20 Çileya 2019an li Şehbayê bibûn tekez kirin ku ew ê rê nedin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê mayînde bibin. Ciwanan di yekemîn salvegera êrişên dagirkeriyê yên bi ser Efrînê de soza tolhildanê muhir kirin û gotin: Heya ku Efrîn rizgar nebe xew li ciwanan guneh e.
CIWAN WÊ HESABÊ BIPIRSIN
Bi wesîleya yekemîn salvegera Berxwedana Serdemê ya li hemberî êrişên dagirkeriya faşîzma Tirk û çeteyên wê, gelê Efrînê yê ku li Şehbayê dimîne roja 20 Çileya 2019an bi deh hezaran rabû serhildanê. Meşa gelên Efrîn û Şehbayê bi muhra ciwanan xemilî bû. Ciwanan di meşê de ji nû ve biryardariya rizgarkirina Efrînê bi silogan û tevlîbûnê tekez kirin.
Ciwanê bi navê Abdulqedîm Nebo ji Rojnameya me re sekn û helwesta ciwanan a li hemberî dagirkeriyê vegot û destnîşan kir ku wê ciwan hesabê destdirêjiya li ser Efrînê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bipirsin û ev tişt anî ziman: Ciwanên Efrînê di yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de xwedî sekna bi rûmet bûn. Ciwanên me şopdarên xeta Karker, Avêsta û Barînan e. Hemû aliyên ku tiliya wan di nava vê wehşetê de heye wê bi îradeya ciwanên Efrînê bên qutkirin. Nebo di dawiyê de got: Em xwedî soza tolhildanê ne.
CIWAN DAGIRKERIYÊ HEZIM NAKIN
Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Zehreldîn Necar jî tekez kir ku Efrîn bajarê ciwanan e û wê bi destê ciwanan bê rizgarkirin. Necar got: Ciwanên me ti carî hezim nakin ku Efrîn bindest bimîne. Kîn û nefreta me ya li hemberî dagirkeriya Tirk zêde bûye. Em ê bi vê kîna ciwanan bi ser dijminê mirovahiyê faşîzma Tirk ve biçin. Efrîn dê bi destê me ji nû ve bibe bajarê aşîtî û xweşiyê. Necar di dawiyê de got: Ciwanên Rêber APO heya dawiyê biryardar in ku Efrînê rizgar bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê ciwan xwedî enerjiya teqîner in.
CIWAN DILSOZÊ XETA ŞEHÎDAN E
Her wiha ciwanê bi navê Elî Hemo jî diyar kir ku; faşîzma Tirk beriya salekê êrişî îradeya gelan li Efrînê kiriye. Ciwanên me li hemberî wan êrişan berxwedanî geş kirin. Salek e jî ciwanên me bi ruhê ciwanên şehîd ji bo rizgarkirina Efrînê xwe amade dikin. Hemo tekez kir: Ciwanên me di duyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de xwedî peywirên esas in. Pêwîste ciwan cihên xwe di hemû çalakiyên rizgariyê de bigirin. Bila dilê Erdogan şa nebe, wê Efrînê jê re nemîne. Li ciwanan mabe wê Efrîn rizgar bibe. Hemo di dawiya gotinên xwe de ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir: Ciwan bi ruhê serfeberiya hatiye ragihandin û bi vîna gelên Efrînê wê heya dilopa xwîna xwe ya dawî fedayî xeta şehîdên Berxwedana Serdemê bin. Wê Efrîn bi destê ciwanan rizgar û azad bibe.






