Hevjîn û zarokên şehîdan ên bajarê Helebê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin û gotin: “Em ê bi berxwedanê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.”
Hevjîn û zarokên şehîdan ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, bi boneya salvegera dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
“Em dijminahiya Tirkiyê ya li dijî demokratîkbûyîna Sûriyê şermezar dikin.
Sala çûyî li ser gelê Efrînê şerekî giran bi hemû cureyên çekên teknolojîk û balafiran dan meşandin. Gelê Efrînê bi mezin, biçûk, kal û pîrên xwe berxwedaneke mezin a bi navê Berxwedana Serdemê kir.
Em wek hevjîn û zarokên şehîdan amade ne ku parastina bajar û axa xwe bikin û li ber xwe bidin.
Em destwerdanên ji derve qebûl nakin, em ê herêmên xwe biparêzin û divê hemû pêkhate bibin yek û li pêşiya dagirkeriyê bisekinin.
Em kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gelê Kurd şermezar dikin.”