Rojnameya Ronahî

Emê ji bo rizgarkirina Efrînê berxwedanê mezin bikin

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên li ser Efrînê û dagirkirina wê daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina li berxwedana Efrînê kir.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Tevî rewşa şer a li herêmê jî li Efrînê aramî hebû. Bi deh hezaran welatiyên Sûriyê ji herêmên cuda berê xwe danê. Rêveberiya wê hate avakirin. Di rêveberiya wê de pirrengî û şirîkatî hebû. Sêkoşeya Efrînê ji bo Sûriyê mînaka biçûk a demokratîk û projeya çareseriya demokratîk e. Aramiya li herêmê rewşeke pişterastiyê li gel koçberên ji herêmên din ên Sûriyê çêdikir. Lê gefên dewleta Tirk a dagirker bi dawî nedibûn. Ji ber ku Efrîn di nava xetereyê de bû û hatibû dorpêçkirin. Ev hemû jî ji ber ku tu terorîst lê tune bûn û mînaka demokratîk lê dijiya. Hemû kesên ku li aramî û ewlehiyê digeriyan berê xwe dida Efrînê. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker 20`ê Çileya 2018`an li ser Efrînê dest pê kir. Armanca wan ji êrîşan ku aramî û ewlehiya li herêmê tevlihev bike û mînaka demokratîk tune bike. Tevî êrîşên mezin ku bi teknîka pêşketî dihat kirin lê gel û hêzên me yên berxwedêr li Efrînê li ber xwe da. Li hember amûra kuştinê 2 mehan li ber xwe dan û efsaneyên dîrokî hatin nivîsandin.

Salek di ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê re derbas dibe. Em bi navê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê ji hemû cîhanê re teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker herêmê hildiweşîne. Bi rêya polîtîkayên qirkirinê ku pêk tîne, gefan li dijî nirx, pîvan, exlaq û zagonên li cîhanê pêk tîne. Em bang li hemû saziyên navdewletî yên peywendîdar dikin ku erka xwe li beramberî gefên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên ku li Efrînê dike, pêk bîne.

Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin û destekê bidin qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê ku tevî hemû zehmetiyan efsaneyên dîrokî pêk tîne. Her wiha em bang li hemû aliyên Kurdistanî dikin ku ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin.

Her wiha em teqez dikin ku ji bilî rizgarkirina Efrînê tu rê li pêşiya me tune ne. Emê hemû xebat û derfetên xwe bixin xizmeta rizgarkirina Efrînê. Em ê li hemû herêmên ewle li ber xwe bidin da ku destketiyên gelê xwe biparêzin. Em berxwedana gelê xwe di kampan de û berxwedana lehengî di qonaxa duyemîn de silav dikin. Em tevahî şehîdên Efrînê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em ê her tim û bi israr şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê Efrînê rizgar bikin û wekheviyê pêk bînin.”