Rojnameya Ronahî

Li dijî dagirkeran 20 mehê dakevin qadan

Koordînasyona Ciwanên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rasthatina salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê daxuyaniyek da. Koordînasyonê bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku 20’ê Çile dakevin qadan.

Koordînasyona Ciwanên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 18 partî û 5 rexistinên ciwanan pêk tê,  tekildarî salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li Navenda Tekiliyên Dîplomatîk a Ciwananên Rojava ya li taxa Bişêriyê ya girêdayî bajarê Qamişlo hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê berdevka Koordînasyona Ciwanên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amed Memo ve hat xwendin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  bi fermana “pêşengê çeteyên  cîhanê” serçete Erdogan êrîşî herêma Efrînê ya rojavayê Kurdistanê kir. Di kesayeta Efrînê de êrîşî hemû gelên Kurdistan û hemû gelên azadîxwaz kir. Di heman demê de dewletên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe di nava hevkirineke faşîzmê de bi çavgirtina xwe ev êrîş erê kir. Vê hevpeymana navdewletî hemû prensîbên mirovî ku bi xwe propagandaya wan dikin, binpê kirin û mirovahiya xwe înkar kirin.

Dewleta Tirk a çete jî ji van helwestan hêz girt û xwest bi êrîşan projeya neteweya demokratîk  a li Efrînê, vîn û îradeya azadiyê bişikîne. Projeya neteweya demokratîk wekî eyneyekê bû ku gelên herêmê azadî û rastiya xwe tê de didîtin û xwedî lê derketin. Di qonaxa yekemîn de gel û şervanên azadiyê 58 rojan sîng bi sîng li hember pêşketîtirîn teknolojiya şer li ber xwe da û peyam dan her kesî. Bê azadî em tiştekî din qebûl nakin. Heta vê kêliyê jî Hêzên Rizgariya Efrînê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker dixin. Efrîn kirine kabûs ji çete û barbarên Erdogan re.

DEST BIDIN HEV FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN

Em wek Koordînasyona Ciwanên Kurd di salvegera êrîşa li ser Efrînê de bang li hemû ciwanên Kurd li her devera cîhanê, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku 20’ê mehê dakevin qadan. Bi rihê Avesta û Barînan dest bidin destê hev û faşîzmê parçe bikin. Werin em bi tevlêbûna têkoşîna gel û şervanên azadiyê parastina kerameta xwe mîsoger bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Hêzên Rizgariya Efrînê”, “Bijî şerê gel ê şoreşgerî” û “Bimire dewleta Tirk a çete û bêdengiya dewletên berjewendîperest” bi dawî bû.