Rojnameya Ronahî

239 girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne

Hêjmara girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger her ku diçe zêde dibin. Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan di roja 73’an de berdewam dike. Piştî çalakiya Guven, ji 16’ê Kanûnê heta niha 239 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

Piştî ku Leyla Guven li dijî tecridkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, kom bi kom girtiyên siyasî jî dest bi greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger kirin. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, girtiyên PKK’ê û PAJK’ê jî di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û 10 roj dorveger kirin. Piştre di 16’ê Kanûnê de li 8 girtîgehên cuda 32 girtiyan, di 17’ê Kanunê de li 4 girtîgehên cuda 13 girtî, di 20’ê Kanûnê de li girtîgehekê 4 girtî, di 26’ê Kanûnê de li 16 girtîgehên cuda 66 girtî, di 28’ê Kanûnê de li 1 girtîgehê 1 girtî, di ‘5’ê Çile de 25 girtigehan 105 girtî, di 6’ê Çile de 1 girtîgehê 5 girtî, di 8’ê Çile de li 3 girtîgehan 10 girtî, di 16’ê Çile de li 1 girtîgehê 2 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.