Rojnameya Ronahî

Tola gelan ji Erdogan re namîne

Idrîs HENAN

Yek ji kevneşopiyên desthilatdariya Tirk rêbazên hîle û fîtneyê ne. Bi riya van herdu rêbazan mudexeleyî nava taybetmendiya mal, civak û welatan dike. Dagir dike û dadiqurtîne. Bi rêbazên kirtandin û hûrkirinê, cografiya hegemoniya xwe dispêre aqilê rêbir û nêçîrvaniyê berfireh dike. Mîna ava ku bê deng diherike valatiyên heyî bi qirêjiya xwe tije dike û ji nişkêve ji dest dibe. Reng û armancên projeyên desthilatdariyên Tirk jî naşibin şiklê mêtingeriyan. Di pêvajoya herikbar a dîrokê de mêtingeriyên rûdane, di şikil de be jî, niyetên xwe ên kiritandin û daqirtandinê vedişartin. Lê ya Tirkiyê pir eşkere û bê şerm radigihîne axa ku dagir dike di bingeh de mîrat û axa bav û kalên Artuxrelê bav in! Dema ku mirov çavekî bi lez li Dîrokê dixe, dibîne ku temenê malbateke herî bi çûk li ser vê xakê ji temenê hebûna bavê Tirkiyê li vê herêmê bi hezarê salan mezintir e. Rejîmên Tirkiyê ku dawa bavaniya gelên herêmê dikin nikarin ji bo hezar salî be jî serpêhatiyên xwe li herêma Rojhilata Navîn vebêjin. Ji ber ku rehên wan li vê xakê biyanî û ne bi kok in. Ev jî dibe sersebebê nakokiya bi hemû gelên li herêmê re. ji ber vê jî ji roja avabûna xwe ve bi gelên herêmê re di nava şer û pevçûnan de ye. Him axê xesib dike û him jî gelan qir dike. Çawa ku resen be jî xwe nîşan dike. Dîrok çiqas rê bidê jî lê di cewher de karakterê Rojhilata Navîn vê rêbaza biyanî red dike. Li dijî wê radibe, serî hildide û têk dibe. Tecrubeya imparatoriya Osmanî jî li ber çav e. Çiqas mezin û temen dirêj dibe bila bibe, dawiya dawî de îradeya gelên herêmê bibin dixe û diherifîne.

Eynika dagirkeriya duh ya îro Erdogan ku di serdema desthilatdariya wî de bi hezarê fîlmên vê dîroka çors vedibêjin hatin tomarkirin, bi heman rêbazên kuştin, hîle, dek û dolaban axa welat û gelên herêmê dagir dike. kevneşopiya hişmendî jî heman jêdera bav û kalên wî ye. ji bona ku gelekî têk bibe û axê dagir bike bi meymûnên sore be jî li hev dike. Li Sûriyê bi DAIŞ û Elqayîde re li hev dike. Komên radîkal ên çete ava dike. Çeteyên ketine bin bandora derewên xeyalên wî ji welatên dîtir vidiguhezîne ser axa vî welatî. Hemû îmkanên dewletê li şûna civakê dixe xizmeta berjewendiyên xwe. Gelên di nav xwe de jî qir dike. Li nav welatên cîran fîtneyan çêdike ku mudexele û dagir bike.

Efrîna beriya salekê êrişên herî hovane biribûn ser mînaka vê hişmendiyê ye. Başamadehiyên li dora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di wê çarçoveya mêtinger dagirker de ne. Ta ku axa Sûriyê dagikiriba him balefira Rûsî xiste xwarê û him jî balyozê wê li Enqereyê kuşt. Niha jî bi heman rêbazê ji bo bilezkirina vekişîna Amerîka ji herêmê leşkerên Amerîka li Minbicê dikuje. Rejîma Erdogan rojane van xeyalên xwe bi raya giştî re parve dike. Bi xeyalên xwe re gefên pêkanînê jî venaşêre. Lê çawa ku dagirkirina Efrînê qonaxek nû ya têkçûna vê hişmendiya Erdogan bû, tekez wê piştî teqîna Minbicê jî qonaxek serberjîr a nû ya vê hişmendiya teror û çete be. Nola ku difikire jê re namîne. Çawa ku kalê wî bi vîna gelan têk çû, wê Erdogan jî bi îradeya gelan a bi serkêşiya Efrîniyan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyê têk biçe.