Rojnameya Ronahî

Gelê Şengalê xwest ku gorên komî werin vekirin

Şengaliyan diyar kirin heta niha 74 gorên komî yên Êzîdiyan li Şengalê û derdorê hatine dîtin, lê heta niha hikumeta Iraqê bi şêweyekî fermî dest bi vekirina gorên komî nekiriye.

Piştî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya çeteyên DAÎŞ’ê li Şengalê komkojiyeke mezin pêk hat. Li gor agahiyên Şengalîyan heta niha 74 gorên komî hatine dîtin. Li gel ku Serokê Desteya Mafên Mirovan yê Iraqî Elî Ebdi Al kerîm 11’ê Cotmehê gotibû ew ê li ser gorên komî yên Şengalê lêkolînê bikin û gorên ku hatine dîtin vekin jî heta niha ti hewldanên piratîkî nehatiye kirin. Şengalî jî daxwaz ji Hikûmetê û Desteya Mafên Mirovan a Îraqê dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin û soza vekirina gorên komî bi cih bînin.

Dayîka bi navê Neam Bedel têkilî mijarê axivî û got, ”Ev 5 sal di ser fermanê re çûn, gelek gorên komî li Şengalê û derdora wê hene. Lê heta niha Hikûmeta Îraqê bêdeng e. Gelê Şengalê li hêviya hestiyên xwe ne lê hikûmet karê xwe nake.”

Neam bi berdewamî got, ”Hewce ye ku Hikûmeta Îraqê Komîteyeke Tenduristî a taybet ava bike û gorên komî werin vekirin. Ev ji 2 salan zêdetir e ku Şengal azad bûye lê he jî ev gorên komî nehatine vekirin.”

Neam her wiha got dewleta Iraqê wan bi rengê Iraqiyan nabîne, welatîbûna wan qebûl dike û heke ew welatîbûna wan qebûl dike divê daxwazên wan jî werin bicihanîn.

Neam diyar kir divê gorên komî werin vekirin, xwest ku hêzên navdewletî û saziyên mafê mirovan, li ser mafê Êzidiyên rawestin. Neam têkilî êrîşên Tirkiyê yên li ser Şengalê jî got heke hikûmeta Iraqê Şengalê parçeyek ji Iraqê dibîne divê pêşî li êrîşên dagirker ên Tirk bigire.

Ciwana bi navê Lozîne Silêman jî ji hikûmeta Iraqê xwest ku gorên wan ên komî werin vekirin, gorên wan ev 5 sal in li ber germa û baranê ne, divê hikûmeta Iraqê bi peywira xwe rabe û wan gorên komî veke. Silêman got, ”Em naxwazin şehîdên me, şehîdên Êzidxanê winda bibin û divê mafê wan were dayin.”…ANF