Ferîşte Nezîr
Bi armanca şermezarkirina gefxwarinên Erdoxan a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîneyên bsajsarê Qamişlo diyr kirin ku ”Erdogan ji bo vejandina dewleta Osmanî gefan li Bakur Sûriyê dixwe”
dixwaze Osmanî jinûve vejîne
Jina bi nave Etiya Hesen anî ziman ku êrîşên Erdoxan ser Kobanê ji bo vejandina DAIŞ’ê bû û niha gefxwarinên wî ser Bakurê Sûriyê ji bo vejandina dewleta Osmanî ye û wiha got: “Gefxwarinên wî me natirsînin, berevajî her vîna me ya berxwedan û parastinê zêde dike ji ber ku dagirkeriya Tirkî ev bi sedên salane ku şerê kurdan û Ereban dike lê her rastî berwxedanî û bin pêkirinê hatiye. Etiya wiha bi dawî kir: “Çawa Şervanên azadiyê DAIŞ’ê têk birin dê bi vîna gelên Bakurê Sûriyê Erdoxan jî têk biçe.”
Bêdengî dagorkerî û komkujiyê rewa dike
Ciwan Silêman jî wiha nerînên xwe anî ziman ku bila tavehî cîhan bizanibe ku bajarê ku rastî gefxwarinên Tirkiyê tê ew heman bajarê ku şerê dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê kiriye. Û wiha got: “Ji bo wê jî pêwîste wekî herdem dewlet û civaka Navdewletî bêdeng nemînin û helwestên xwe li hember gefxwarinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar bikin, her wiha divê rêjîma Sûriyê jî wekî her carê ku Erdogan gef li herêmê dixwe bêdeng dimîne, helwesta xwe nîşan bide.”
Ciwan wiha bi dawî kir: “Ev êrîşekî ser hemû gelê Sûriyê ye, Erdoxan dixwaze dagirkeriya xwe li Sûriyê ferhetir bike, pêwîste bêdeng nemîne û van êrîşan bi tundî şermezar bikin.”
Gefên Erdoxan aloziya sûriyê kûrtir dike
Nisrîn Hemê jî got: “Em gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û tu carî qebûl nakin, gelê herêmê wê li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê bêdeng nemîne. Erdoxan bi van êrîşan dixwaze aloziya Sûriyeyê kûrtir bike û tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxîne. Û Nisrîn wiha bi dawî kir: “Da ku sînaryoya li Efrînê çêbûyî; ji wêran, kuştin, revandin û talanî xwe dubare neke em bêdeng nemînen.”
parastina cewherî bingeha berxwedaniya meye
Dayîka bi navê Samiya Mehmûd ev tişt anî ziman ku Osmaniyan 400 salî Sûrî dagir kir û hemû binpêkirinên dij mirovahî pêkanîn, bi van gefxwarinan di xwaze heman xeyalî pêkbîne û erda Sûriyê dagir bike ji ber ku çavê wî li zengîniya herêmê wekî petrol yê, di heman demê de Erdoxan di xweze temenê DAIŞ’ê dirêj bike. Cîhan wiha bi dawî kir: “Lê gelên herêmê li hemberî gefên Tirkiyê li ber xwebidin û parastina cewherî jixwere esas bigrin, ji ber ku em gelekî azadîxwazin tu carî şer naxwezin lê, dema ku kes êrîşî me bike wê rastî perxwedanê bê.”






