Melek DEMÎRTAŞ
Ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP’ê Leyla Guven ya ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan daye destpêkirin li Qamişlo du roj çalakiya greva birçîbûnê ku hatibû destpêkirin roja pêncşemê êvarê bi dawî bû. Welatiyên ku beşdarî çalakiyê bûn diyar kirin ku heta tecrîd ranebe ew ê van çalakiyên xwe dewam bikin.
TECRÎD ÊRÎŞA LI DIJÎ KURDAN E
Welatiya bi navê Necat Mûsa diyar kir ku divê jin ji her demê bêhtir xwedî li azadiya Rêbertî derkevin û sîstema Îmraliyê hilweşînin û wiha got: “Sal bi sal ev îşkence tê şidandin tevî van pêkanînan, dewleta Tirk şerekî giran ê psîkolojîk dimeşîne û ji her alî ve tecrîdê giran dike. Erdogan bi vê tecrîdê êrîşî nêrîna Rêberît dike ev êrîşeke îdeolojîk li dijî kurdane.”
Necat anî ziman ku Rêber Ocalan li nava çar dîwaran de ji bo Rojhilata Navîn çareseriya hemû pirsgirêkan afirand. Û wiha bi dawî kir: “Heya tecrîd ranebe û Rêbertî azad nebe emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
EM Ê ŞOPDARÊN RÊYA OCALAN BIN
Welatiyê bi navê Ehmed Elî jî diyar kir ku projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate pêşkêşkirin, xizmeta dewletên cîran nake û wiha got: “Her çi qas em rêxistin û girêdanên xwe zêde bikin, ev yek xetereya li ser sîstemên desthilatdar û dîktator li herêmê zêde dike. Rêya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye diyarkirin, a rast e û emê her şopdarê vê riyê bin”






