Ikbal BEDRAN
Berpirsê Gelên di bin Gefan de yê Rojhilata Navîn Dr. Kemal Sîdo ji rojnameya Ronahî re tekez got: Rêxistina me kiryarên leşker û çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê bi rêk û pêk belge dike. Raportên ku destdirêjî û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê ji axa Efrînê re rave dikin, bi herdu zimanên Almanî û Ingilîzî ji parlamana YE û yên dewletên YE, meclîsa mafê mirovan a girêdayî NY li Cenevre, sazî û rêxistinên têkildar û raya gitî re dişîne.
ÇALAKIYÊN SÎSTEMATÎK LIDAR DIKEVIN
Dr. Kemal Sîdo Berpirsê Rêxistina Gelên di bin Gefan ê Rojhilata Navîn wiha dewam kir: Ji bo şermezarkirina dagirkeriya Trikiyê ji axa Efrînê re, rêxistina me bi awayekî bi rêk û pêk di nav çalakiyan de ye. Ji bo ku em zextê li ser dewletên NATO ku piştgiriya leşkerî ya çek û cebilxane û ya siyasî di dagirkirina Efrînê de didin Tirkiyê mintîng, semînerên ku rastiya dagirkeriyê rave dikin, hevdîtinên bi alavên ragihandinê re sîstematîk lidar dixin.
LAZIME TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ PROFESYONAL BE
Dr. Kemal Sîdo derbarê redkirin dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê ji dozên gelên Efrînê re ev tişt anî ziman: Dadgeha mafê mirovan a Ewrûpayê ne li gorî edaletê, li gorî makenîzmeya karê xwe ew doz red kiriye. Piştre bi çend rojan heman dadgehê ji Tirkiyê xwest hevserokê berê yê HDP Selah Eldîn Demîrtaş derhal were berdan. Ev jî du dozên ji hev cuda ne. Li gorî Dr. Kemal Sîdo pêwîste têkoşîna hiqûqî li dijî dagirkeriyê bi awayekî hê profesyonal dewam bike û ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Pêwîste kiryarên dagirkeriya Tirk li Efrînê bên belgekirin. Ji bo kesên ku di encama dagirkeriyê de ziyan dîtine parêzerên pêwîst bên destnîşankirin.
PÊWÎSTE EM BERGIRIYA MAFÊN XWE BIKIN
Dr. Kemal Sîdo nûnertiyên rêveberiya xweser li derve rexne kir û got: Pêwîste nûnertiyên rêveberiya xweser ji meşan pirtir pêşengtiya têkoşîna gelê Efrînê ya dîplomasî û hiquqî li gorî zagonên Ewrûpayê bikin. Bê guman doza gelê Kurd dozek dadwer e, lê ji me tê xwestin ku rêbaza xwe ya parastin û berevaniya vê dadweriyê nû bikin. Lazime em zanibin çawa bergiriya mafên xwe bikin.
RÊVEBERIYA GUNCAW, RÊVEBERIYA XWESER E
Dr. Kemal Berpirsê Rêxistina Gelên di bin Gefan ê Rêjhilata Navîn di dawiyê de got: Em fedekariya gelê xwe li Efrîn heya Dêrikê berz dinirxînin. Pêwîste bi rexneyên avaker em piştgiriyê bidin rêveberiya xweser û wê bihêztir bikin. Ti carî togayên çeteyan, ENKS ya ku li dijî gelê xwe dest daye Tirkiyê, nikarin şûna rêveberiya xweser û partiyên di bin sîwana wê de dixebitin bigirin. Rêveberiya guncaw û maqûl ew e. Gereke em destek bidinê.






