Rojnameya Ronahî

Ciwanan êrîşên Tirkiyê şermezar kirin

Di çarçoveya çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk de bi sedan ciwanên Girê Spî mîtîngek lidarxistin. ciwanan di mîtîngê de rîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li dijî Bakurê Sûriyê şermezar kirin û ji Rêber Ocalan re azadî xwestin. Di mîtîngê de hat gotin ku ew ê ciwan li dijî hemû êrîşan têkişînê bikin.

Bi sedan ciwanên kantona Girê spî bi meşekê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û banga azadiya Rêber Ocalan kirin.

Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşên Tirkiyê yên lidijî  Bakurê Sûriyê bi sedan ciwanên kantona Girê Spî meşek lidar xistin û banga azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Meşê  ji çerxeriya El-Elem a başûrê bajêr dest pê kir û di nava kolanên bajêr re geriya.  Meş  li çerxeriya El-Qefes veguherî mîtîngê. D mîtîngê de pankartên bi nivîsên “Ji bo azadiya jinan serî hildin”, “Ji bo azadkirina Rêber Ocalan serî hildin”, û alên QSD’ê û rêxistinên ciwanan hatin bilindkirin.

Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Ciwan Girê Spî axivîn û behsa rola ciwanan di avakirina paşeroja welat û parastina wê de kirin.

Di axaftinan de diyar kirin ku pêwîst e ciwan têkoşîna xwe li dijî faşizma Tirk berdewam bikin û pêdiviya welat bi ciwanan heye û wiha hat gotin: “Ciwan wê bi îradeya xwe ya azad wê li hemberî hovîtî û êrîşên Tirkiyê li ber xwe bidin û ti carî vîna wan nayê şikandin.”

Mîtîng bi durişmeyên silavkirina berxwedanê û biratiya gelan û banga azadkirina Rêberê Ocalan bi dawî bû…ANHA