Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD bi welatiyên Reqayê re civiya

21/11/2018
in ROJEV
A A
MSD bi welatiyên Reqayê re civiya
Share on FacebookShare on Twitter

Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD, bi armanca nirxandina pêşketinên siyasî û rewşa xizmetguzarî ya li herêmê bi welatiyên guden Reqayê re civînek lidarxist. Di civînê de Endama Rêveberiya MSD’ê Ruqeya El-Elo axivî û girîngiya yekîtiya gelên herêmê li dijî êrîşên DAIŞ’ê anî ziman. Ruqeya diyar kir ku ev êrîş bi armanca derxistina fîtneyan tên kirin.

MSD‘ê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û nîqaşkirina rewşa xizmetguzariyê bi welatiyên gundewarên rojavayê Reqayê re civiya.

Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) bi endamên meclisên gundên El-Sehlebiye, El-Qehtaniye, El-Cezra, El-Xatûniyê û Xedîran re civiya. Civîn bi armanca nîqaşkirina pêşveçûnên dawîn li ser asta Sûriyê û rewşa xizmetguzarî li gundê Xedîran ê li rojavayê Reqayê hate li darxistin.

Di civînê de Endama MSD’ê Ruqeya El-Elo axivî û girîngiya yekgirtina gelên herêmê li dijî êrîşên DAIŞ’ê û şaneyên wê yên veşartî destnîşan kir. Ruqeya diyar kir ku ev êrîş bi armanca derxistina fîtneyan tên kirin.

Ruqeye anî ziman ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê di heman demê de bi armanca sivikkirina zextê li ser çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê pêk tên û anî zimanku  êrîş vîna gelê herêmê naşkîne, berovajî wê isara wan di şerê li dijî hemû dagirkeran de zêde bike.

Ruqeye destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê wê di nav aramî û ewlehiyê de be û hêzên parastinê wê erka xwe ya pêkanîna ewlehiya wê dewam bikin. Ruqeye bang li hemû saziyên xizmetguzarî kir ku li gorî derfetên heyî erka xwe ya li beranberî gel pêk bînin.

Civîn bi nîqaşan li ser hin mijarên xizmetuzarî wekî sererastkirina piran li gundan, çandî û kehrebe berdewam kir. Dîwana civînê diyar kir ku ewli gorî derfetan xizmetan dikin û heya karibin wê xebateke hîn baştir bikin.

Di civînê de Şêxê êla El-Bû Cabir Nayif El-Dêf axivî û got: “Durûşmeya herî girîng a demokrasiyê rêgeza lêborînê ye. Em hêvî dikin ku hemû gelên Sûriyê vê rêgezê pêk bîne da ku rê li ber nakokiyan û belavkirina fîtneyan bê girtin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.