Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta ku em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin

19/11/2018
in ROJEV
A A
Heta ku em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên Efrînê yên di Kampa Berxwedanê de dimînin, diyar kirin ku wê li ber xwe bidin heta ku vegerin bajarê xwe.

Bi hatina zivistanê re welatiyên Efrînê yên di kampên Şehbayê de dimînin, gelek zehmetiyan dikişînin. Rêxistinên mirovî  jî alîkariyê nadin wan.

Welatiyên Efrînê diyar dikin ku ew ê bi hev re xwe bi rêxistin bikin û alîkariya hev bikin da ku vegerin Efrînê.

Semîr Ehmed yê ji Cindirêsê ye û wiha got: “Çawa me hemû êrîş û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbas kirin, em ê di hundirê kampan de jî tehemul bikin, ji ber ku mayîna me li Şehbayê, bi xwe israra ji bo vegera Efrînê ye.”

Ehmed destnîşan kir ku tenê Rêveberiya Xweser tevî derfetên kêm alîkariyê dide wan.

Welatiyê bi navê Ebdo Berekat ji gundê Feqîra yê Cindirêsê, diyar kir ku tevî derfetên kêm ew di kampê de dîjin û tu rêxistinan alîkariya wan nekiriye, ne li benda alîkariya tu kesî ne. Ebdo diyar kir ku ew ê li ber xwe bidin heta ku vegerin welatê xwe.

Îbrahîm Berekat jî ji gundê Feqîra ye û wiha got: “Gelê Efrînê li pêşiya artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke dîrokî nîşan da. Em 58 rojên berxwedanê ji bîr nakin, ji ber ku di wan rojan de serkeftin û berxwedaneke bêhempa li hember dagirkeran hate kirin.”

Berekat di dawiya axaftina xwe de wiha got. “Em li benda alîkariyê namînin, lê diviyabû rêxistinên mirovî erka xwe ya mirovî li hember gelê koçber pêk bianiyana.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.