Rojnameya Ronahî

Jinên Minbicê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bajarê Minbicê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriye şermezar kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bajarê Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê  şermezar kirin.

Di daxwiyaniyê de hêjmareke zêde endamên  sazî, rêveberiya Minbic û Partiyên Sûriya Pêşerojê amade bûn. Daxuyanî li ber parka bajarê Minbicê hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endama jinên ciwan Nesrîn Berkel ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de  destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û bêdengiya civaka navnetewî li hemberî van destdirêjiyan hate şemezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyên Sûriyê tu carî li hemberî van destdirêjiyan bê deng namînin û wê axa xwe biparêzin. Her wiha hat diyar kirin ku wê rê nedin ku Erdogan û çeteyên xwe bigihêjin armancên xwe yên qirêj.”

Piştî daxuyanî hate xwendin, endama Rêveberiya Meclisa Jinan Nadiya Milhim axivî û destdirêjiyên Tirkiyeyê şermezar kir,  banga hevgirtinê li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin û wiha got: “Em ê ji bo rizgarkirina Efrîn, Cerablus û Babê têkoşîna xwe bilind bikin.”