Rojnameya Ronahî

Leyla Guven ji bo Ocalan ket greva birçîbûnê

Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê ya Leyla Guven ragihand ku ji bo tecrîdkirina  Rêber Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiriye. Guven wiha got, “Ev tecrîd ne bi tenê li ser kesekî, li ser gelekî tê kirin. Heta ku tecrîd were rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim. Hewce bike, ez ê çalakiya xwe bikim rojiya mirinê.”

Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven a ku di girtîgehê de ye, ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kir.

Parlementera Colemêrgê ya HDP’ê û Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê ya Leyla Guven bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina çaremîn a doza xwe ya li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn bû. Guven diyar kir ji bo ku ew greva xwe ya birçîbûnê ragihîne raya giştî, tevlî rûniştinê bûye. Guven diyar kir, ji ber ku saziyên darizandinê biryarên derveyî hiqûqê didin, ew ê tevlî rûniştinan nebe.

Leyla Guven bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Ev tecrîd ne bi tenê li ser kesekî, li ser gelekî tê kirin. Ji ber paradîgmaya Rêber Apo ya ku divê jin di siyasetê de cih bigire, ez bi awayekî çalak tevlî siyasetê bûm. Ez parçeyekî vî gelî me û ji ber vî tiştî vê çalakiyê didim destpêkirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Saziyên darizandinê heta ku biryarên xwe yên derveyî hiqûqê bi dawî bikin û tecrîd were rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim. Hewce bike, ez ê çalakiya xwe bikim rojiya mirinê.”