Rojnameya Ronahî

Armanca me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye

Welatiyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ew ji hemû zehmetiyan re amade ne û gotin armanca wan a sereke ew e ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û li warê xwe vegerin.

Gelê Efrînê yê di kampên Şehbayê de bi cih bûne, destnîşan kirin ku tu kes nikare îradeya wan bişikîne û dan zanîn ku berxwedana wan didome. Efrîniyan diyar kirin ku armanca wan a sereke ew e ku Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û li warê xwe vegerin.

ARMANCA ME VEGERA EFRÎNÊ YE

Welatiyê bi navê Mihemed Hebeş destnîşan kir ku gelê Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe dan û tekez kir ku ew ê berxwedan û têkoşîna xwe di kampan de jî bidomînin û da zanîn ku  tu kes nikare îradeya wan  bişikîne. Hebeş desnîşan kir ku rêxistinên navdewletî û mafên mirovan li beramberî kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê Efrînê bê deng in û diyar kir ku tevî bêdengiyê jî ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Hebeş destnîşan kir ku demsala zivistanê hatiye, ew ê di zivistanê de li hemberî hemû zehmetiyan di kampan de li ber xwe bidin û armanca wan a sereke rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran e û vegera li warê xwe ye.

EMÊ BERXWEDANÊ DEWAM BIKIN

Welatiyê bi navê Kamîran Mistefa li ser kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gelê Efrînê û şervanan wiha axivî: “Beriya ku Efrîn were dagirkirin em bi ewle dijiyan. Em di nava zeviyên xwe di dixebitîn. Lê dagirkeran êrîşî me kir. Em ji malên me derxistin û neçarî koçberiyê kirin. Darên me qut dikin û dişewitînin.  Em niha di kampan de ne. Em ê li hemberî hemû rewşên zehmet li ber xwe bidin. Wekî ku me çawa li dijî dagirkeran li ber xwe da, em ê li hemberî hemû rewşên zehmet jî li ber xwe bidin.”

HETA DAWIYÊ TÊKOŞÎN

Welatiyê bi navê Semîr Xelîl jî diyar  kir ku wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û heta dawiyê ew ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin û wiha got: “Me li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe da. Niha jî em di kampên Şehbayê de li ber xwe didin û em ê li warê xwe vegerin.”…ANHA