Rojnameya Ronahî

Rêya gundê Girkê Mîro hate çêkirin

Li ser daxwaza welatiyan, Şaredariya Gel a gundê Robariya rêya Girkê Mîro çêkir.
Komîna gundê Girkê Mîro ya girêdayî herêma Dêrîkê ji Şaredariya Gel xwest ku rêya gund sererast bikin da ku tevgera çûn û hatina li gund hêsan bibe û ji bo ku welatî zivistanê zehmetiyan nekişînin.
Şaredariya Gel li gundê Robariya ya girêdayî herêma Dêrîkê dest bi projeya sererastkirina rêya gund a ku dirêjiya wê 3 km û firehbûna wê 6 metreye kiriye.
Hevserokê Şaredariya Robariya Ibrahîm Osman destnîşan kir ku, proje li ser du qonaxan hatiye destpêkir û wiha got: “Qonaxa yekemîn qeşartina rêye û ya duyemîn jî bermahiyên kevirên hûr li ser rêyê raxistine. Ew rê xizmeta 5 gundan dike.”
Endama Komîna gund Gulistan Mîro li ser pêkanîna projeyê spasiya Şaredariya Robariya kir. Gulistan da zanîn ku, ev proje bi hevkariya di navbera Şaredariya Gel û komîna gund pêk hat û wiha got, “Me serdana rêya ku hatiye çêkirin kir û rê baş hatiye çêkirin.”
Gulistan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêkanîna projeyê wê zehmetiyên ku welatî di demsala zivistanê de dibînin, kêm bike.”…ANHA