Rojnameya Ronahî

Em ê rê nedin planên qirêj yên Tirkiyê

Ikbal BEDRAN

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker a li dijî Bakurê Sûriyê zêde dibin. Welatiyên Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk yên li dijî Kobanê û Girê Spî şermezar kirin û diyar kirin ku bi ruhê Berxwedana Serdemê ew ê hemû êrîş û planên qirêj yên dewleta Tirk werin pûç kirin.

Gelê Efrînê yê di encama êrişên dagirkeriya dewleta Tirk de di 18 Adara 2018an de bi zorê koçberî Şehbayê bûye, êrişên dewleta dagirker ên bi ser herdu kantonên Kobanê û Girê Spî ve şermezar kir. Şêniyên Efrîn û Şehbayê tekez kirin ku ew ê rê nedin Tirkiyê planên xwe yên têkbirina îradeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê avabûye, pêk werin. Gelên Efrîn û Şehbayê tekez kirin; wê bi ruhê Berxwdana Serdemê hemû hewldanên faşîzma Tirk ên qirkirina gelan bê wate bimînin.
KURD XWEDÎ ÎRADEYA NEMIR IN
Welatiyê bi navê Ciwan Nasan di çalakiya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên bi ser gundên Kobanê û taxên sivîlan ên Girê Spî de got: Çiqas cureyên êriş û dagirkeriyan hene, naşibin yên Tirkiyê. Tirkiyê di şexsê Erdogan de şerê etnesîteyan dike. Çi destkeftiya Kurdan hebe, li Afrîqayayê be jî êriş dike. Di cewher de Tirkiyê qirkirina Kurdan û gelên dîtir hedef digire. Nasan destnîşan kir ku; êrişên faşîzma Tirk ên bi ser Kobanê û Girê Spî ve dewama êrişên bi ser Efrînê ve ne. Nasan di nav axaftina xwe de got: Erdogan difikire dewleta xwe ya yekrengî bi qirkirina gelên eresen ava bike. Wer lê hatiye ku her li ser tunebûna gelên dîtir mezin bûye. Nasan dawiyê de tekez kir: Tirkiyê çi dike bila bike, nikare qira Kurdan bîne. Kurdên îro xwedî felesefeya jiyanê ne. Êdî gelekî nemir hatiye afirandin. Dîrok jî vê yekê piştrast dike.
HER KAREK SEKNEK E
Ji aliyê xwe ve nişteciyê Kampa Berxwedan Îbrahîm Moşêl got: Dewleta Tirk ji bo hinek bazariyan dixwaze li aliyê Kobanê û Girê Spî tevliheviyan derxîne. Moşêl ji çarçoveya berxwedana Efrînê ji gelên Herêma Federal a Firatê re got: Ji bo ku planên Erdogan li Kobnê û Girê Spî têk biçin, pîwste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destê xwe bi hev din. Her ferdekî civakê çi karî bike seknekî berxwednê ye. Moşêl dawiyê de got: Faşîzma Tirk li Efrînê derbên giran dixwe. Dixwaze bi van êrişan şikestina xwe li Efrînê binixumîne.
DESTEKCIYAN TEŞHÎR BIKIN!
Şêniyê bi navê Mihemed Sebrî destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî Efrînê hêvî dike mudexeleyî herêmên dîtir ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û ev tişt anî ziman: Dewama aloziya li Sûriyê di feydeya Tirkiyê de ye. Li hemberî hêzên demokrasiyê çeteyan bikar tîne. Sebrî diyar kir: Eger ji destê wê werê tişta li Efrînê kiriye wê li Kobanê, Girê Spî û her devera Sûriyê bike. Seberî bal kişand ser kesên hindirîn ku destek didin dagirkeriyê û got: Armanca Tirkiyê tenê talanî ye. Pêwîste gelê me kesên ku destek didin dagirkeriyê teşhîr bike.
ÎRADEYA GELAN WÊ BI SER KEVE
Arîf Sîdo Endamê partiya PYD di vê babetê de nerîna xwe wisa anî ziman: Êriş û helwestên navneteweyî eşkere dikin ku gelê Kurd li beramberî şerekî topyekûn e. Wer xuyaye hêzên mêtinger êdî li hemberî projeya gelan a demokratîk têk çûne. Ji ber vê jî asta êrişên xwe bilind kirine. Sîdo dewam kir: Faşîzma Tirk hewl dide bi derûniya dagirkirina Efrînê berxwedana di dewrê de bitepisîne. Bi heman rêbazê dixwaze aliyê Kobanê û Girê Spî jî dagir bike. Sîdo di dawiyê de ev tişt anî ziman: Çawa îradeya gelan di şexsê Berxwedana Serdemê de bi ser ket, wê li Kobanê, Girê Spî û her devera dagirkerî lê hebe bi ser keve.
EW JÎ ŞIRÎKÊ SÛC IN!
Mamoste Welîd Bekir jî got: Ji ber tengavbûna dewleta Tirk êrişî gelan dike. Erdogan dixwaze bi van êrişan çetetiya xwe binixumîne. Bekir dewam kir: Pêwîste hemû aştîxwazên dunyayê li kêleka têkoşîna gelê Kurd a aştiyane bisekine. Dewleta Tirk terorê xwedî dike. Mamoste Bekir dawiyê de helwesta navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk ên bi ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve şermezar kir û got: Pêwîste aliyên ku çavên xwe li ser terora Erdogan digirin baş zanibin ku ew jî şirîkê sûc in. Gelên Sûriyê ji bilî jiyaneke azad ti jiyaneke din hilnabijêrin.