Rojnameya Ronahî

Serî hildin Efrîn li benda me ye

Idrîs HENAN

Mîhrîcana Dengvedana Efrînê bi dirûşmeya ‘Ciwanên şoreşger û gelê niştîmanperwer serî hildin, Efrîn li benda me ye’ ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk ve hate lidarxistin û 4 rojan berdewam kir. Ciwanên ku beşdarî mihrîcanê bûn diyar kirin ew ê çalakiyên het rizgarkirina Efrînê berdewam bikin.

Di çarçoveya Festîvala Gelan a Şehîd Hogir a Ciwanan de, li Herêma Efrînê Mihrîcana Ciwanan a Dengvedana Efrînê di 2 Mijdarê de li dar ket. Yekemîn roja mihrîcanê li navçeya Şêrawa a girêdayî Kantona Efrînê bû. Roja duyemîn li navçeya Erfadê, roja sêyemîn li gundê Babins, roja dawî jî wê li wargeha berxwedana gelê Efrînê li Kampa Berxwedan be.
CIWAN WÊ TOLÊ HILDIN


Endamê Tevgera Ciwanan Tolhildan Zeredeşt di vê derbarê de ji rojnameya me re axivî û ev tişt anî ziman: Ev mehrîcan berdewamiya duyemîn qonaxa hemleya ciwanan a Serî Hilde ye. Zeredeşt diyar kir ku mehrîcana Dengvedana Efrînê wê tenê di çarçoveya her çar rojên fermî de kilîtkirî nemîne û ev axaftin kir: Em ê çalakiya xwe heya rizgarkirina Efrînê dewam bikin. Çawa ku pêlên dagirkeriya bi ser Kurdan ve xilas nabin, wê berxwedana gelan jî ya bi pêşengtiya ciwanan bi dawî nebe. Zeredeşt helwesta ciwanan beramberî êrişên dewleta Tirk ên bi ser Herêma Federal a Firatê ve bi van gotinan vegot: Çawa li Efrînê kirin dixwazin li aliyê Kobanê û Girê Spî jî bikin. Lê em ê bi ruhê ciwanan tola gelê xwe ji hemû dagirker û neyaran rakin.
ZEYTÛN KOKA CIWANTIYÊ YE
Narman Îbrahîm Endama Rêveberiya Tervgera Ciwanan li navçeya Şêrawa derbarê çalakiya darçandinê de got: Ji ber ku Şêrawa parçeyekî Efrînê ye, gelekî girîng bû ku roja yekemîn li wir bê lidarxistin. Dîsa li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên qutkirin û şewitandina darên zeytûnan, me di vê rojê de bi sedan darên zeytûnan çandin. Dara zeytûnê koka ciwantiya gelê Efrînê ye. Wê berxwedana gelê Efrînê bi çandina daran zindî bimîne.
EFRÎN GORISTANA NEYARAN E
Ciwanê şoreşger Mihemed Elî Reşîd ku li mehrîcanê amade bû got: Gelê Kurd gelekî bi kok e. Her afrîner û xiluqkar e. Wê ciwan bi ruhê lidrxistina Mehrîcana Dengvedana Efrînê û çalakiyên xwe yên bênavber Efrînê ji neyaran re bikin goristan.
MEHRÎCAN VEGOTINA BERXWEDANÊ YE
Zêneb Hemo Endama ciwanan di Meclîsa Kantona Efrînê de derbarê lidarxistina mehrîcana Dengvedana Efrînê de ev tişt ji rojnameya re got: Mehrîcan di bin diruşmeya “Ey ciwanên şoreşger, ey gelê welatprêz serî hildin Efrîn li benda me ye” tê lidarxistin. Hemo destnîşan kir ku niha li aliyê Herêma Federal a Cizîrê Mehrîcana Gelan a Şehîd Hogir tê lidarxistin, lê ji ber nebûna derfetan û dorpêça li ser gelê Efrînê, dewama wê bi navê Dengvedana Efrînê li Efrîn û Şehbayê tê lidarxistin. Hemo diyar kir mehrîcan wê çar rojan li Şêrawa, Erfad, Babins û Kampa Berxwedan bê lidarxistin. Çalakiyên mehrîcanê “axaftin, çandina darên zeytûnan, şano, govend, spor, pêşbirkên zanyarî, stran, helbestên bi zimanê Erebî, pêşbirkên xwarinê,… hwd” çarçoveya vegotina berxwedana gelê Efrînê de ne. Endama Ciwanan di Meclîsa Kantona Efrînê de Zêneb Hemo di dawiyê de got: Armanca me ya sereke ji mehrîcanê; bi ruhê ciwanan tekezkirina sekna berxwedêr a gelên Efrîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.