Rojnameya Ronahî

Waqayî Şerriye û Tecrîd

Medeni FERHO

Me, behsa 31’ê Adarê, waqayî şerriye kiribû, em dewam bikin.
Anatolya û Kurdistan, laboratuara tunekirina gelan e, arşîv e, lê nebûne pirtûk, bûne pirtûkxaneyên civakî. Ev pirtûkxane, hem çîrok û stran in, hem gorîstan û kavil in.
Mijara me ne têkiliya Îttîhadî û Xanedaniya Osmanî ye; rejîma darbeya gunehkar û têkiliyên îro ye. Di dîrokê de qevastin, mucîze nînin. Dîse jî hinek bûyer, weke “xerabûna rojê” ne, bandorê li dahatuya civakan dikin. Vaqayî şerriyê, 31ê Adarê yek ji van e. Ev serdema, di vîjdanê mirovan de cih girtina şûr e.
“Mabed”ek hate avakirin. Mabêda kînê û bi nijadperestiyê îşkdayî… Kîn, mirovên herî “behle”, belengaz, sist radikê ser piyan, tuj dike, wek “birîna mûmarî, ur’a xebîs e. Di pêvejoya avakirina komarê de, ev “mabed”, li qijleya yenîçerî û dibin serfermandariya Fevzî Çakmak de hate parastin… Enwer Paşa jî, li cîhana xeyalên “turan” bû.
Bêyî ku em dersa dîrokê bidin; em dewam bikin: Xanedaniyek, sîstemek têk diçû, di vê têkçûnê de du enî derketin pêş, Manastir û Selanîk… Elmanya eniya Selanîk, Igilîzan eniya Manastir destek dikirin
Bi desteka Elmanya eniya Selanîk serket û dergehê dojeha li pêşiya gelan hate vekirin. Îttîhadiyên Selanîk “Çeteyên Nêçîrvan” ava kirin. Ev jî, destpêka qirkirinan e û serdema kuştina kujerên wan ne diyar e!…
Komên Nêçîrvan, dibin navên “nigahbân-i hurriyet”, “muhâfiz-i meşrutiyet” şandin Stembolê û İsmail Mahir Paşa, rojnamevanên muxalif Ahmed Samimi û Hasan Fehmi Beg, dane kuştin. Kujer jî ne diyar bûn!…
Erdogan jî, çeteyên li Efrînê, wek “Kuwayî Milliye” bi nav kirin. Kuwayî Millîye, di qirkirina Ermenî, Suryanî-Keldani, Rum û Kurdan de kar kirin. Di serdema Kongreya Erziromê de, Kazim Karabekir jî, “Komên Gizîr” avakiribûn.
Îttîhadiyan, ne tenê hişk-zuwa çete, ne şilf tazî şûr, medya meşrûkirina dehşetengîz kuştinan jî derxistin holê. Bi pêşengiya Derwîş Vahdeti, rojnameya “Volkan” derxistin û bi manşêtên “ol ji dest diçe”, “dixwazin dengê azanê ji mînareyan qut bikin” komên xelkê, ji bo felaketê rakirin ser piyan.
Her maşêta rojnameya Volkan, çarmixeke bû. Ev manşêt di qirkirina gelan de, li Antakya, li Kibrisê, îro jî, di qirkirina Kurdan de têne bikaranîn.
Em rastiyê, ji navbera hevokên dîroka Tirkan derdixin. Çeteyên Nêçîrvan, bi navê rêkûpêkiya çûne Stembolê, lê pêxwasî kirin, bûne sergerdeyên nava bajêr; talan, kuştin û revandin kirin. Piştre, çend sergerde û erserî dane pey xwe, êrîşî parlamento û parlamenteran kirin.Me ev dîmen, di destpêka avakirina Komara Tirkiyê de jî dît.
Çeteyên Sakkalli Nuredîn Paşa, ligel çeteTopal Osman, piştî komkujiyên li Derya Reş û Kurdistanê, li Enqerê êrîşî parlamenê kirin, parlamenter kuştin. Ev kiryar, şaristaniya Turk-î îslam e. Lewma, desthilatdariyên Tirk, ne pêr û doh, ne îro dikarin behsa xwe û azadiyê bikin. Tirk û azadî, tirk demokrasî û şaristanî ji hev dûr in… Nifşê ku dîroka bi bazar, dîroka bi qewêtî bidê nivîsandin, nikare rastiya dîrokê, rastiya cografya, rastiya gelan binivîse û qebûl bike.
Wek ku sucê van bextreşiyên dehşetengîz teva Birêz Ocalan û Kurd in, tecrîd kirin pratîkê û şerê qirkirinê dane dest pê kirin. Berî Ocalan jî, Îttîhadî ev bûn, îro jî ev teşlîh û tebak in. Tecrîd jî, newî qirkirin û “waqayî şerriye” ye!…
Desthilatdariya AKPê, mîratzadeyê Îttîhadiyan e û hiyerarşiya nîjadperestiya îşkdayî “mabeda kînê” ava kiriye.