Rojnameya Ronahî

Bê Kurd û demokrasî li Sûriyê çareserî nabe

Zekî BEDRAN

Li Sûriyê aşitî û çareseriyê hê teşe negirtiye. Lêgerîn û nîqaş hene. Lê li naverastê proje û hevpariyeke cidî tune ye. Herêma Bakur a Sûriyê bingeha modela herî demokratîk û bi ewle danî. Lê ev herêma fireh û gelên wê li derveyî hemû platforman hatine hiştin. Herkes vê yekê bi dewleta Tirk rave dike. Rûsya û Emerîka jî di navê de dibêjin ku Tirkiyê Kurd û tevahiya bakur bloke kiriye. Balkêşe, planeke DYE û Rûsyayê a Sûriyeke demokratîk tune ye.

Tirkiye li şûna çareserî û aşitiyê hewl dide şer derbasî herêmên Kurdan bike û gelan bi hev bide qirkirin. Vê yekê bi awayekî eşkere dike. Ji aliyekî de hewl dide ku li Îdlibê şer çênebe, ji aliyê din ve, ji bo êrîşî Minbicê û herêmên rojhilatê Firatê bike raya giştî ava dike. Tirkiyeke wiha ti carî demokrasiyê naxwaze. Bi çeteyên çekdar yên ku ji Ereban û Asya Navîn komkiriye hewl dide şerê navxweyî kûr bike û Kurdan ji Sûriyê paqij bike, yanî komkujiyê bi encam bike. Tirkiye wiha çareseriyeke ku Kurd di nav de bin qebûl nake. Ev tê fêhmkirin.

Ya nayê fêhmkirin helwesta tifaqên ku DYE û Rûsya serkêşiya wê dikin. Tirkiye xwediyê Sûriyê nîne. Mafê wê tune ye ewqas têkelî karên navxweyî yê Sûriyê bibe. Bi taybet berjewendîparêziya Rûsyayê ya ku Îflah nabe Tirkiye xist nava Sûriyê. Weke ku Tirkiye kir hevparê Sûriyê. Herî dawî pêşkêşkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirk re wê weke pratîkeke şermê derbasî dîrokê bibe. Bazarên veşartî erdên Sûriyê pêşkêşî Tirkiyê kir û rê vekir ku li ser Kurdan paqijiya etnîkî were kirin.

Rûsyayê Kurd vexwend Soçî yê. Kurdan û derûdorên din lîsteyên navan radestî Rûsyayê kirin. Lê Rûsyayê bi Tirkiyê re lihevkir û careke din li yên ku vexwendibûn negeriya. Weke ku tiştek wiha nebuye tevgeriya û paşê jî Efrîn ji dagirkeriyê re vekir. Rûsya bi vê helwesta xwe wê çawa baweriyê bide gelên Sûriyê? Wê kîjan çareseriya demokratîk pêşkêş bike? Herêmên ku bi dest xistine weke ku qet tiştek nebuye didin rêjîma Baas. Weke ku ti pirsgirêka gel bi rêjîma Baas re tune ye tevdigerin. A herî xirab jî bi Tirkiyê re li hev dikin û li dijî Bakurê Sûriyê serî li polîtîkayên fitneyê didin. Qaşo DYE li Bakurê Sûriyê dewletekê ava dike. Lê belê Kurd herdem bi Rûsyayê re di nav danûstandinan be bûn. Bi Rûsyayê re li ser destûreke çawa dixwazin, gelek nîqaş kirin. Di ti belge û hevdîtinan de Kurdan behsa avakirina dewleteke cuda nekirine. Kî dikare îdia bike, Rûsyayeke ku hewl didie Tirkan sor bike, şer berbelav bike û jê berjewendiya bi dest bixe, destûreke demokratîk dixwaze? Dema bi dewleta Tirk re di nava peyman û bazariyeke wiha de be aşitî û demokrasî nayê Sûriyê. Ger bê ew ê şer û bela bê.

Di helwesta DYE û hêzên Koalîsyonê de zelaliyek tune ye. Bi hêzên Bakurê Sûriyê re tenê hevpariya leşkerî dikin. QSD’ê li Rojhilanavîn li dijî DAIŞ’ê şerê herî hevgirtî kir. Lê daxwazên van hêzan yên siyasî negirtin rojeva xwe. Ew komên berbelav ku berhev kiribûn û zêde bandora wan tune ye tevlî hevdîtinên Cenevê kirin lê Kurd û hevparê wan tevlê nekirin. Helwesta DYE û yên li cem wî jî weke helwesta Rûsyayê bû. Wan jî got, “em nikarin Tirkiyê derbas bikin, Tirkiye bloke dike”. Her du hêzên mezin yên cîhanê li hember DAIŞ’ê bi Kurdan re hevkarî kirin lê dema dor hat demokrasî û çareseriyê rêya xwe diguherînin. Ma Tirkiye dikare li Sûriyê çareseriyê bloke bike? Ev hêza wê heye? Rastiyeke ku hemû hêza xwe heta dawiyê bikartîne û dijbertiya Kurd dike. Lê DYE û Rûsya li Sûriyê biryara aşitî û çareseriyê bidin Tirkiye nikare vê asteng bike. Wê bipetbite û mijûl bibe lê nikare asteng bike. Em bala xwe bidinê Tirkiye bi taybetî di mijara Îdlibê de hewl dide DYE’yê bitepisîne. Daîma bi êrîş û dagirkirinê gefan dixwe. Lê heta ku DYE destûrê nede Tirkiye nikare êrîş bike. Ger êrîş bike, emê bizaninku bi DYE’yê re lihevkirine û wan destûr daye. Weke heman ku li Efrînê bû. Rûsyayê qada hewayî vekir, DYE’yê jî got “tiştê ku ez ji bo Efrînê bikim tune ye” û destûr da dagirkirinê.

Tirkiye tenê bi hêza xwe neket Cerablûsê. Dîsa ew hêzên ku me behsa wan kir destûr dan. Îro jî Tirkiye bi tena serê xwe nikare li Sûriyê bimîne. Ger DYE û Rûsya helwestê bigirin Erdogan xwe biperitîne jî ew ê di nava çend rojan de ji Sûriyê were qewitandin. Wisa bi çeteyên çekdar û hêzên paramîlîter welat nikarin werin dagirkirin. Bi êrîşên balafiran gel nikarin teslîm werin girtin. Yên ku Tirkiye xistin Sûriyê eşkereye ku ji bo çareseriyeke demokratîk ji dil nîn in. Li pey serdestî û bi bandorbûnê ne. Ji ber vê destûr nedan ku Kurd û Hêzên Bakurê Sûriyê ku wan re hevpariyê dikin di Cenev û komîsyona destûra bingehîn de cih bigirin. Bi li derve hiştina civakeke dînamîk û demokratîk ku beşeke Sûriyê ya girîng di destê xwe de digire wê kîjan destûr were ava kirin? Hêzên Bakurê Sûriyê hêza Sûriyê ya herî pêşeng û demokratîk e. Yên ku van hêzên li derve dihêlin xirabiyê li Sûriyê dikin. Pêşî li çareseriyê digirin û bingeha şer û pevçûnên nû amade dikin. Ji ber vê hêzên demokratîk yên Sûriyê divê hê zêde di yekîtî û têkoşînê de bi israr û bi biryar bin.