Rojnameya Ronahî

Ma çêkirina klîban ewqas hêsan e?

Hozan SEYÎDXAN

Klîp danasîna hilberîna hunermende. Lihev anîna ritim, deng, muzîk û dîmene. Klîp beşek kin ya bi dîmene ku ji bo nasînê hatiye amadekirin.
Di civaka kurd e dîroka çêkirina hunera klîpan ne pir dirêje. Lê tecrûbe ya dîroka kanalên dîtbarî jî hewqas nû nîne. Di bîst û sê salan de gelek kanalên tv’yan hatine vekirin. Ekranên van kanalan derfetik zêrîn ji bo danasîna berhemên hunerî yên hunermendan afirand. Helbet çavê gel û mûzîkhezan li ekrana van kanalane ku berhemê hunermendan yê herî baş û bi bandor tamaşe bike ye.
Beriya salan dengbêjan bi rêya kilaman di nav civakê da rola kanalên dîtbarî jî dilîstin.
Dengbêjan çawa destan û efsaneyan di kilamên xwe de dibêje, hemû merheleyên dîrokê bi rêya kilamên xwe hewqas zelal û sade bi deng, axaftin estetîze dikin. Guhdarvan mest û şaa dikin. Ango dengbêj heman demê bi rêya deng û kilama ji civakê re rola tv’yan jî dianîne cih.
Raste beriya vekirina kanalên tv’yan di nav civaka kurde derfetê çêkirina hunera klîban tunebû. Dezgehên weke prodiksiyonan, organîzeyan yên bikarin derfetê çêkirina kliban ji hunermendên kurd re biafirine tune bû. Ji ber vê egerê hemû kurdan klîp, muzîk, şano û sînema bi rêya kanalê tv ê yên tirkan, ereban û farisan tamaşe dikir û dinasî.
Helbet va rewsa bandorik dîrokî liser civakê û kesayeta kurd çêkir.
Li gel burîna hewqas salên dur û dirêj îro dema em li berhemê hatine afirandin yên hunermendên kurd tamaşe û guhdar dikin, mirov bas bandora texlîtkirina şop, şêwa û awa yê hunermendên pergalên desthilatdar dibîne. Dîse ji ber ku piraniya hunermendên kurd xwe ji zanista hunerê û civakê perwerde nekirine, bîrdoziya hunerê tênegihiştine, berhemê wek klîp û stranên wan ji cewherê hunerî lawaz, ji estetîkê dur, naverokê ve tevlîhevin. Heta dikarê bê gotin gelek klîbên hatine çêkirin, nirxên gel û şoreşê anîne asteke ji rêzê.
Eger lêgera dad û maf ya hunermend tunebe, û nizani be ku ew bixwe li dij pergala desthilatdare, wê afirandina wî û berhemên wî yê hunerî ne yê wî bin. Bi gotineke din hunera wî ne ligorî pîvana civkê be,jêre huner neyê gotin. Berevajî wê hunermend hilbijêre ye, xwe ji zanistê rapeçaye.
Ez wekû çavdêrek bi rêya kanalên tv ê yên kurd 22 du salin bi hezaran stran û klîbên hunermendên kurd di şopînim. Her kêlî û roj çavê mi li derketina çend mînak jî klîbên herî başe. (Bere Hunermendên ku klîpên wa hene û di kanalên tv yan de têne weşandin li min biburînin). Lê mixabin piraniya klîbên hatine çêkirin wek hevin. Yek kopiya yêdine. Ji estetîka hunerî lawazin û durin.
Dîmenên li klîp têne barkirin tevlîhevin û berevajî gotinane.xîtabî hest nakin û gotinên tekstê wan tevlîheve. zimanê di tekstande tê bikaranîn ji rêzeziman dure. Hin klîb hene ku di 5 deqeyên klîp de 5 cure cil û bergan di diguherînin. Liv û tevgera hunermend qebe, her du destên xwe ji derveyî ritma klîb li ba dikin.
Di teksta klîbêda hewqas tevlîhevî heye ku tamaşevan nedikare mijarê nas bike. Di eynî tekstêde navê kurdistan heye, serok heye, gêrîlla , azadî heye, şehîd, şervan heye, jin û mêr heye, evin û sewda heye, şer û aşîtî heye. Ango çuqas pronav hene, hemû mijara yek tekstêne.
Ji bo pêşî li tevlîheviya di klîbande bê girtin, di serî de saziyên çandê, komisyonên hunerî kesên ji hunera klîban fam dikin dikarin bibin alîkar. Heman wextê wê hunermend jî ji bo çêkirina klîbê xwe xwe li wan komisyonan bigirin. Hunermendên ku klîban çêdikin xwe li saziyên an jî kesên profesyonal ên klîb çêker nagirin. Piraniya klîb çêkerên heyî amatorin û vê qadê ji bo dirav bidestxistinê bikartînin. Pîşeya wan ne ya klîb çêkirinê ye. Klîb diheman demê de kurte fîlme. Ji teksta wêre sanaryo dive hebe. Ana gorî mijara tekstê dîmen dive hilbijêre bin û hwd..
kilam û stranên me di bingeha xwe de rastiya civakê û exlaqa civakê dihewîne. Rasterast xîtabî hestê mirovan dike.Hunera kêfê jî tenê xîtabî wê dema bi sînor dike. Vê yekê jî herî baş bi riya klîbên şexsan pêk tîne. Li dijî vê nêzîkatiyê helwesteke bi hêz ya exlaqî nehatiye dayîn û qada muzîkê û hunera klîban bûye qada populîzmê û sermayeyê.
Yên ku rastiya jiyana kurd, xwezaya ya wî baş nasnekiribe, felsefa tevgera kurd fêmnekiribe û li gorî jiyana heyî bijîn wê nikaribin di qilîbên xwede şehîd, gerîla, evînê, şer, aşitiyê û Rêber Apo bi awayê rast binirxênin.