Rojnameya Ronahî

Dem dema Bêrîtanbuyînê ye

Avesta AMARGÎ

Em dikevin sala 26. ya şehadeta fermandara mezin Bêrîtan angu “Gulnaz Karataş”. Ev dîrok di heman wextê de dibe dîroka ava kirina artêşa jin li Kurdistanê. Rêber Apo, bi şehadeta fermandara mezin û lêgerîna heqîqetê Bêrîtan re dendika yekemîn ya artêşa jin davêje. Di demeke ku li Kurdistanê hêdî hêdî çirûskên ronahiyê diteyîsîn, çiyayên Kurdistanê bi govenda keçan, xwe xemilandibûn. Di rastiya gelê Kurdistanê de hêj xeyala hêzeke parastina Kurdistanê nehatibû ava kirin an jî kesî bawer nekir wê şerê gelê şoreşgerî li Kurdistanê mayînde bibe, navê artêşa jinan li Kurdistanê digeriya. Ev gavekî şoreşî bû, angu şoreş bi xwe bû.
Di sala 1992’an de dewleta Tirk bi alîkariya hêzên navnetewî, hêzên paşverû yên herêmî û bi desteka Kurdê ji hebûna xwe ya netewî biyanî ye şerekî dijwar angu operesyona li navê qedandina PKK’ê da meşandin. Dijmin weke her car çav sor kiribûn û bi awayekî hovane êrîşî gerîla kir. Hêzên PDK’ê, bi awayekî herî aktîv cihê xwe di vê şerî de digirin. Angu em karin bêjin xeta îxanetê carekî din bi rû reşiya xwe li ser kar bû. Di wan salan de zanebûna netewî li her çar perçeyên Kurdistanê gelekî lewaz bû. Di roja îro de dema ku behsa şerê 92’an tê kirin raste rast di hişa me hemûyan de xeta îxanetê ya ku PDK’ê pêşengtiya wê dikir û bi ser xwişk û birayên xwe de diçû tîne bîra me. Di wan salan de gerîlabûyîn hêj di dema ceribandinê de bû. Tevgera azadiyê, salên 90’î weke salên herî dijwar yên tekoşînê bi nav dike. Dewleta Tirk hêj wê demê îtîbara xwe ya leşkerî, mezinahî dewletî li hemberî gerîlabûna di Kurdistanê de mezin dibû bi bin ketibû.
Her civak an jî gelek, li ser dîroka xwe ya borî pêşeroja xwe diyar dike. Eger îro li her çar perçeyên Kurdistanê jina Kurd xwe bi rêxistin kiriye û bûye artêş bingeha xwe ji ked û tekoşîna Bêrîtanan digire. Gelê Kurdistanê û bi taybetî jina Kurd, Jina tekoşer û berxwedêr Bêrîtan, bi çêkirina Filma Bêrîtan re hêj baştir nas kir. Rêber Apo, sekna Bêrîtan, li hemberî xeta îxanetê, weke sekin û xeta berxwedanê pênase kir. Fermandar Bêrîtan, di gerîla de ne kevin bû û ne xwedî gelek ezmûnên gerîlatiyê bû. Lê rastiyek di ruhê Bêrîtan de veşartî bû. Ew rastî, rastiya Besê û Zarîfeyan bû. Ew rastî rastiya Rindê xan, Leyla Qasim û heqîqeta Sarayan bû. Sekna Bêrîtan, li hemberî nûkerên Kurdistanê da raber kirin, sekna jina Kurd ya ku tu caran ji dijminê xwe re teslîm nabe û di oxira parastina hebûna welat û gelê xwe de canê xwe feda dikê ye.
Li Kurdistanê, bi hezaran Bêrîtan ji nûve zayîn û îro li ser rêya Bêrîtan dimeşin. Li ser her çiyayekî Kurdistanê, li Rojava, Rojhilat û Başûr jinên Kurd herikîn ber bi tekoşînê. Gelê Kurd û jina Kurd di serdema Bêrîtanbûyînê de dijîn. Çawa ku Bêrîtan, di wê demê de xeta îxanetê bi bin xist îro jî li Efrînê weke berdewamiya xeta Bêrîtanan, Avesteyan ala berxwedanê dewir girt û li hemeberî hişmendiya dixweze Kurdê azad teslîm bigire heta kêliya dawî li ber xwe da. Xeleka dîroka berxwedanê ku bi Sarayan dest pê kir, bi Bêrîtanan re bû artêş, bi Zîlanan re xwe gîhand xeta fedaîtiyê û îro bi Avestayan re xwe gîhand ruhê berxwedana serdemê.