Rojnameya Ronahî

Tecrîd û Rewşenbirî

Medeni FERHO

Mijara min dîse tecrîd e. Tecrîd, ne tenê gotinek e, di qirkirina Kurdan de siyasetek nû ye. Trajîk û metirsî ye. Divê werê fêm kirin, ji bo fêmkirinê jî “kûr nîqaşkirin” dive.
Rastiya Kurdan, di destîniya berxwedan û lîderên Kurdan de veşartî ye. Teva ji dîrokê hatine derxistin, em jî, gelek caran bi mêjiyê dagirkeran nêzîk dibin. Rewşek trajîk û sucloyî!…
Îro jî, doh e, pêr e û Tecrîd e!.. Tecrîd rastiya Kurdan e û li Îmraliyê dîl girtî ye. Tecrîd derxistina ji dîrokê ye, berterefkirina xewn û xeyalên Ehmedê Xanî û “manîfestoya hebûnê” ye.
Lewma, bêhtir ji her kesî pêdiviya Kurdan bi zanistê, bi fêrbûn û têgihiştinê heye. Kurdê têgihiştî û zana, divê kirasê xwe bi dirrîne. Dirrandina kirasê li ser bedena mirov, redkirina statuqo ye, darizandina siyaseta înkar û tunekirinê ye, meşa ber bi gerdunê ye.
Kurd, ji her alî ve hatine sucdarkirin û gunehkarkirin… Sucê wan, sosyolojîk, kulturî û dîrokî ye, gunehkariya wan jî di nasname, cografya û olî ye. Ev ne destînî ye, siyaseta şûr e.
Gelên cîhanê, bi zanist, pêxember, serdar, ewliya, embiya, entelektuel û lehengên xwe serbilind in. Kurd cûda ne, nirx û pîroziyên wan jî, li wan qedexe ne. Ji ber nirx û pîroziyên xwe jî sucloyî ne, gunehkar in…
Li Tirkiyê, Kurd û Kurdistanê, nirx, nav û pîroziyên Kurdan qedexe ne, îradeya gel jî qedexe ye, wek Kurd, rûniştina li ser kursî jî qedexe ye. Dagirkerên ku dibêjin, em misilman in, bi Kurdî xwendina Qur’anê, niyaz û nemaz qedexe kirine!.. “Sayin” ji bo lîderên Kurdan qedexe ye!..
Kurd nikarin “amurên hişmendiyê” jî bikarbînin. Suc e!..
Ji sedema ku Ocalan, bi “amurên hişmendiyê” haraket kir, bi komployek navneteweyî dîl hate girtin û dibin tecrîdê de tê girtin. Tecrîda li Imralî, dîrokî û sosyolojîk e, ne tenê fizîkî ye, hiş û ramanî ye, reda “manîfestoya hebûnê” ye. Ev, kuştina ûtopya ye!..
Em jî, çavdêriya wê serdemê dikin. Eger em li ser vê “waqa-î newî civakî” bi berfirehî ranewestin, ya rastî, em, hem suc dikin, hem gunehkar dibin. Ev karekî “ferz-î wacib e” û karekî entelektuelî ye.
Bêguman başên dojeha Dantê her dem hene. Serdema me jî, tejî beşên dojehî ne. Lewma, binbarî û berpirsiyariya rewşenbîriya Kurd zêde ye. Wek Sartre dibêje, rewşenbîriya Kurd nikare bi “teknîsyeniya zanistê” haraket bike. Ev pîvan e. Kî ji rewşenbîrên Kurd, bi “teknîsyeniya zanistê” haraket bike, wê bibe amurê meşrukirina faşîzma li Kurdistanê.
Marx jî dibêje; “feylesofî ne tenê nirxandin e, ya pêwist guhertina wê ye.” Ocalan, bi feylesofiya xwe, hem nirxand, hem guhertin kir. Ev pratîzekirina xewn û xeyalên Ehmedî Xanî ne. Ehmedê Xanî, “manîfestoya hebûnê” nivîsî ye, bi saya Ocalan, wek paradîgmeya sedsalê kete pratîkê. Lê dibin tecrîdê de tê girtin.
Em dubare bikin: Tecrîd ne tenê gotinek e, ne kesayetî ye… Tunekirina “manîfestoya hebûnê”ye, vegera li dojeha Dantê ye, kuştina utopya ye. Ji bo vê yekê, întelijansiya Kurd mecbur e bi radîkalîzma rewşenbîrî haraket bike. Wajî vê, îxaneta li hemberî Ehmedê Xanî ye.
Rastî Yek:Pirsgira Kurd bi beden, bi can bûye, di arêna siyasî ya cîhanê de zindî bûye, di kulîsan da nîqaşan dike. Divê întelîjansiya Kurd, di vê zindîbûnê de, di van kulîsan de hebe.
Rastî Du:Cîhanek nû ava dibe û di vê cîhana nû de Kurd hene. Divê destîniya rewşenbîriya Kurd jî, bi destîniya cografya Kurdistanê ve girêdayî be. Ji bo vê jî, dive întelîjansiya Kurd, tecrîdê bikê neynika dilsoziya rewşenbiriya xwe.