Rojnameya Ronahî

Projeya Tevgera Azadî ji bo çareseriyê girîng e

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pênciwênî diyar kir ku projeya Tevgera Azadî weke projeyeke demokrasiya nîştimaniye. Pênciwînî diyar kir ku ev proje weke nîşaneya îradeya gelê Başûrê Kurdistanê ye, ji bo bi cih anîna vê projeyê jî pêwîste ji aliyê sazî, aliyên siyasî û medenî ve kar bê kirin.
Di 17’ê Cotmeha 2018’an de Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan bi pîrozbahiyekê 4’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de projeyek ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêşkir.
Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mihemed Emîn Pêncwênî di derbarê projeya Tevgera Azadî de axivî û diyar kir ku ev proje wê ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Herêma Kurdistanê pêngavek girîng be.
Pênciwênî got; “Projeya Tevgera Azadî weke projeya demokrasiya nîştimaniye. Wê bandorê li ser hest û îradeya gelê Başûrê Kurdistanê bike. Ez di wê hêviyê deme ev proje bi siyasetek demdirêj û aştiyane bigihe armanca xwe. Bi taybet di projeyê de behsa ava kirina lijneyekê ji bo nivîsandina destûrê tê kirin, ev xalek girînge. Ez di wê hêviyê deme ji bo vê lijneyê kar bê kirin.”
Pênciwênî ji bo bicih anîna vê projeyê jî wiha got; “Pêwîste ev proje ji aliyê partiyên Başûrê Kurdistanê ve giring bê dîtin. Bi taybet jî ew partiyê giringiyê didin projeyên xelkê. Weke pêwîst jî divê Tevgera Azadî komisyonek ava bike û serdana aliyên siyasî bike. Ji bo bikaribe gav bi gav vê projeyê bicih bîne.”…ROJNEWS