Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan diyar kir ku Rûsya û Rêjîma Sûriyê dizanin ku çarenûsa terorîstên li Îdlibê di destê Tirkiyê de ye, lewre peymana pê re mohr dikin.
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi navê ‘Bi danûstandinan re em ê bi pêş bikevin’ paneleke li Hola Ciwanan a bajarê Minbicê li dar xist.
Bi dehan endamên komîte û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, endamên Hevbendiya Niştimanî, Partiya Nûjen û Demokratîk, hejmarek şêxên êlan, beşdarî panelê bûn.
Di panelê de pêşketinên dawî yên li Sûriyê hatin nirxandin. Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan di panelê de axivî û diyar kir ku dema xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirk were rizgarkirin wê danûstandin û çareseriya aloziya Sûriyê pêk were.”
Têkildarî mijara destûra nû jî El-Qeftan wiha got: “Em destûrek nû dixwazin ne nûkirin. Em Sûriyeke ne navendî, demokratîk û pirrengî dixwazin.”…ANHA