Rojnameya Ronahî

Projeya netewa demokratîk wê bi serkeve

Fethullah Hiso destnîşan kir ku Tirkiye li Sûriyê de bi ser neket û di encama siyaseta xwe ya li Sûriyê de kete nava krîzekê. Hiso da zanîn ku ji ber nakokiyên Tirkiye û Rûsyayê wê Îdlib tevlihev bibe û çeteyên li wir wê pirsgirêkên mezin derxin.
Girêdayî rewşa Îdlibê û peymana Tirkiye û Rûsyayê de Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso axivî û anî ziman ku gefên Tirkiyê û Rûsyayê ku dibêjin wê derbasî rojhilatê Firatê bibin, armanc jê ew e ku temenê aloziya Idlibê kûrtir bike.
Hiso, têkildarî tifaqa di navbera Rûsya û Tirkiyê ya avakirina herêmeke bêçek û derxistina koman û radestkirina herêmê ji bo rêjîma Sûriyê de wiha got: “Em hemû dizanin ku ev tifaq demkî ye, lewre Îdlib nagihîje çareseriyê, ji ber ku aloziya Idlibê çareser nabe, çeteyên li wir bi hesanî tifaqê qebûl nakin.”
Fethullah Hiso, destnîşan kir ku Tirkiye bi van siyasetan hewl dide berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêze, lê armancên wê bi ser neketin û kete nava krîzekê. Hiso wiha got: “Ji ber nakokiyên Rûsya û Tirkiyê ku destekê dide komên çete, bendên tifaqê pêk nayên, dê rewşa Idlibê tevlihev bibe. Heke tifaqê pêk bîne jî wê çeteyên li wir wekî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam pirsgirêkên mezin jê re derxin.”
Hiso, destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi vê yekê hewl dide temenê aloziya Idlibê dirêj bike, ji ber ku bi çareserkirina Idlibê re aloziya Sûriyê çareser dibe, ev yek xizmeta berjewendiyên Tirkiyê nake.
Girêdayî daxuyaniyên dawîn ên Rûsya û dagirkeriya Tirkiyê yên girêdayî Minbicê, Hiso wiha got: “Gef û daxuyaniyên ji aliyê Rûs û Tirkan ve tenê daxuyaniyên binketî ne û encamên têkçûna siyasetên wan in.”
Fethullah Hiso, destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê ne tenê girêdayî Tirkiyê û Rûsya ye û wiha dewam kir: “Gelek dewletên din jî destwerdanê li Sûriyê dikin, lê herî zêde Tirkiye, Rûsya û Îran hewl didin hêza xwe li Sûriyê biparêzin.”
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Projeya neteweya demokratîk, xizmeta berjewendiyên Tirkiyê nake, ji ber vê yekê jî hewl dide vê projeyê têk bibe. Heke berjewendiyên Tirkiyê li herêmê hebin, armanca me jî parastina berjewendiyên gelê me ye, projeya netewa demokratîk xizmeta hemû gelê Sûriyê dike, ji ber vê yekê Tirkiye gefan li ser rojhilatê çemê Firatê dixwe, em ê jî bi hemû ji bo serxistina vê projeyê têkoşînê bikin.”…ANHA