Rojnameya Ronahî

Divê Kurd li dijî êrîşan bibin yek

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku çawa di referandûmê de jî hat dîtin nêzîkatiyên dewleta Tirk ji başûrê Kurdistanê re gelekî xirabe û diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê ji bo derxistina baregehên Tirk ji başûr bikevin nava hewldanan. Osman wiha got, “Dewleta Tirk çar parçeyan li dijî destkeftiyên Kurdan e. Divê Kurd jî li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin.”

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku dijminên Kurd li hember destkeftiyên gelê Kurd dibin yek, divê hêzên Kurd jî li dijî wan bibin yek û got, “Tirkiye li Sûriye jî li Iraqê jî li dijî Herêma Kurdistanê ye. Îran û Tirkiye pêşî li pêkhatina kongreya netewî digirin. Lê ji bo Kurd li dijî dijminan bi hêz bibin divê kongreya netewî pêk bînin û li çar parçeyên Kurdistanê hevkarî bihevre bikin.”
Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman helwesta Tirkiyê ya li hember statûya Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û girîngiya yekîtiya Kurd nirxand.
Mehmûd Osman bal kişand li ser hebûna beregehên dewleta Tirk ya li başûrê Kurdistanê û ev tişt got, “Hebûna baregehên Tirkiyê li Iraqê tê wateya ku Tirkiye dagirkere û êrîşê welatek din dike. Li Suriyê dest bi dagirkiriyê kir, li herêmê jî leşkerên wan hene. Li Iraqê jî hem hem bi rêya hewayî hem jî bejahî êrîş dike. Ev êrîşên Tirkiyê li dijî qanûnên herêmî û navnetewiye. Tirkiye li dijî welatiyên xwe jî terorê dike û li derveyî sînorên welatê xwe jî. Divê Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê li hemberî Tirkiyê xwedî helwestek bi hêzbin. Divê Iraq li hember van êrîşên Tirkiyê doz veke û vana jî bibe Neteweyên Yekbûyî (NY). Lê heya niha ev yek nekirine, ev jî nîşana lewaziya Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Osman nêzîkatiyên Tirkiyê yên ji başûrê Kurdistanê re jî wiha nirxand, “Tirkiye zehf xirab nêzî Herêma Kurdistanê dibe. Eger were bîra we Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu çû Bexdayê, lê serdana Hewlêrê betal kir. Ji roja referandûmê heya niha ti peywendiyek ya Tirkiye bi Kurdan re nemaye. Lê ger Kurd bi Iraqê re lihevwerin, wê Tirkiye Kurdan cidî bigire. Ger ev yek pêkneyê, wê Tirkiye Kurdan cidî negire û hesap neke. Bi taybet niha Herêma Kurdistanê lewaz bûye û piştî 16’ê Cotmeha 2017’an beşek mezin a xaka herêmê ji destê Kurdan derket. Dikare bê gotin ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê ye. Erdogan dibêje ‘Ez nahêlim li Bakurê Sûriye tiştek weke li Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistan) pêk hatiye , çêbibe. Di vir de navê Herêma Kurdistanê jî ne anî ser zimanê xwe. Yanî mûameleya Tirkiyê li hember Herêma Kurdistanê gelek xirab e.
Mehmûd Osman ji bo derbaskirina metirsiyan jî girîngiya yekîtiya netewî anî ziman û gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Pêwîste Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya netewî pêk bînin, hevkariya hev bikin û hewl bidin kongreya netewî lidar bixin. Pêknehatina kongreya netewî jî ji ber nakokiyên di navbera aliyên Kurd de û bandora Tirkiye û Îranê ye. Dijminên Kurdan Îran, Tirkiye, Iraq di dema referandûmê de li dijî Kurdan lihevkirin, divê Kurd jî li dijî wan hevbigirin û yekîtiya xwe pêk bînin. Ji bo vê jî dibêjim divê kongreya netewî ya Kurd çêbibe. Pêkhatina kongreya neteweî li hember dijminên gelê Kurd yekane rêya çareseriyêye…ROJNEWS