Rojnameya Ronahî

Komîteya Sotemeniyê mazotê belava dike

Komîteya Sotemeniyê 41 hezar û 884 lître mazot li şêniyên bajarê Minbicê belav kir û xebatên belavkirinê hê jî berdewam dikin.
Komîteya Sotemeniyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê bi hatina zivistanê re ji 1`ê Îlonê ve mazotê li şêniyên bajêr belav dike. Xebatên belavkirinê bi rêya kartên ku berê li şêniyan hatine belavkirin, pêk tê.
Li gorî kartan, para her malbatekî 200 lître mazot bi buhayê 11 hezar lîreyên Sûriyê ye.
Heta niha komîteyê 41 hezar û 884 lître mazot belav kiriye. Komîte mazotê li şêniyên taxên bajarê Minbicê û gundewarên girêdayî wê belav dike û tê payîn ku xebatên belavkirinê di nav bajêr di 20 rojan de bi dawî bibin.
Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Komîteya Sotemeniyê Mihemed El-Hesûn diyar kir ku mazot li 107 hezar malbatan, jê 65 hezar malbat li gundan û 42 hezar malbat li bajêr hatiye belavkirin.
Her wiha Mihemed El-Hesûn destnîşan kir ku komîte mazotê li koçberên ku li bajêr û gundan bi cih bûne jî belav dike. Di dawiyê de Endamê Rêveber ê Komîteya Sotemeniyê Mihemed El-Hesûn diyar kir ku komîte hewl dide ku mazot bigihîje hemû welatiyan…ANHA