Rewşenbîrên jin yên bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku Ocalan ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd ji bo azadiya jinên cîhanê jî tekoşîneke girîng kiriye û diyar kirin ku şoreşa Rojava û Jineolojî tenê çend nimûnene. Jinên rewşenbîr ji bo azadiya Ocalan banga têkoşînê li Kurdan kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heya niha gelek pirtûk, proje û xebat ji bo azadiya jin derxistiye û pêşkêşê jinan kiriye. Lê ev 20 sale li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Mamoste û nivîskarên jin yên ji Başûrê Kuridstanê derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de axivîn û diyar kirin divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn were xurt kirin.
Mamosteya Zankoya Silêmanî Mahabad Kamil diyar kir ku divê ji bo azadiya Ocalan xebat û têkoşîn were kirin û bang li raya cîhanê jî kir ku di vê mijarê de bi erka xwe rabin.
Mamoste Mahabad dazanîn ku jin minnetdarên Ocalanin û wiha got: “Em jin minnetdarê Ocalan’in û divê spasiya wî bikin. Pêwîste em ji bo azadiya Ocalan têbikoşin.”
Ji bo têkbirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê jî mamoste Mahabad îşaret bi girîngiya yekîtiya Kurd kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîste em vê zîndanê ji holê rakin, ev jî ancax bi yekbûna Kurdan pêkan e.”Nivîskar û rojnameger Şîrîn Tahir jî balkişand li ser têkoşîn û xebata Ocalan ji bo jinan kiriye û wiha axivî, “Xebatên ku Ocalan kir, ne tenê ji bo jinên Kurd bû, ji bo tevahî jinên cîhanê bû. Encam û berhemên vê xebatê herî zêde xwe di Şoreşa Rojava û xebatên Jineolojiyê de nîşanda. Divê her kes ji bo azadiya Ocalan bikeve nava tevgerê û têbikoşin.”…ROJNEWS
Posta çûyî