Rojnameya Ronahî

Partiyên Siyasî û namzedên Turk li Beljîka

Derwêş M. FERHO

Hilbijartinan şahredariyan di roja 14ê mehê de pêk hat. Li gor lêkolîna Euronews 140 namzedên Turk di partiyen cuda de hebûn. Bê goman, çend Kurd, Ermenî, Suryanî, Kildanî û Asûrî jî di nav vê hejmarê de hene.

Mekanîzma propaganda ji bo namzedên Turk, di nava civaka Turk de bi her awayî darîçav e. Pencereyên wan, xwaringeh, rojname û heta televîzyonên wan ji di xizmetê de ne.

Berovajî vê rastiyê, ji bo namzedên din ji nava civaka me ku pêdiviyek mezin e bêdengiyek heye. Ev jî nîşana hêza me ye ku dide xuyakirin çi wate xebat tê kirin.

Ji sedema ku rayedarên dewleta Turk her fersendê bi kar tînin û pozê xwe dikin nava karên li welatên Beljîka, îsal di nava pariyên siyasî de munaqeşeyek dijwar hebû. Hêviyên raya giştî ev bû ku namzedên Turk bi awayekî rêkûpêk werin bijartin. Diviya pîvanên îhtîrama maf û nasnameyên cuda li Beljîka û li Turkiye hatibane ber çavan. Rêzgirtina mafên merovan û gelan dawaza sereke bû. Lê mixabin ev nebû û disa lîsteyên partiyên cuda bi namzedên nîjadparêz û dijminên nasnameyên ne-Turk hatin lewitandin. Mixabin, partiyên çep jî ketin nava vê xefka xeter û dibin sebebê propagandeya dijî gelên din ji herêma Rojhilat.

Bê îstîsna hemû namzedên Turk di her cî û fersendê de piştgiriya dewleta xwe beyan dikin. Li her cî û di her demê de di hebûna Kurdan, Ermeniya, Suryanî/Asûrî, … xetereke sereke ji bo “demokrasiya” Turkiyê propaganda dikin. Û ev ne bes li Beljîka dibe. Li seranserê welatên Ewropa rastiyeke bi bingeh e. Çend siyasetmedar û rewşenbîrên Turk ne tê de, rewş ev e. Û hebûn û xebata van namzedên nîjadparêz, werin bijartin yan na, tev bazirgan û medya Turk, roleke mezin dilîze ku heta niha a) Tevgera Azadiya Kurdistan ji ser lîsta terorîzmê xelas nebûye, b) di jiyana kultûrî û civakî de Kurd li Ewropa ciyê mafê wan e bi dest nexistine, c) li cem şikestekên xebata siyasî-dîplomasî Kurd nagihin encamên darî çav, d) pirraniya bazirgan di metirsînê de ne ku bi nasnameya xwe ya Kurdî kar bikin, e) derfetên dezgeh, sazî û komeleyên Kurd fêde ji derfetên aborî nekirine ku xebateke ciddî bikin.

Rewş di wê astê de ye ku wezîra Dewletê, parêzer Zuhal Demîr, mamzeda şahredariya Genk,  ji ber Kurdbûna xwe di van demên dawî de bûye hedefa medya û rayedarên Turk. Herçend e ev kes bi xebata xwe di hin deman de şaşiyên giran jî di hember nasnameya xwe ya Kurdî de dike jî. rayedar û medya Turk bang dikin ku kes dengê xwe nede wê.

Berî çendekê me li ser vê mijarê hassasiyeta xwe ji raya giştî re parve kir. Lê xuya ye ku partiyên siyasî guhê xwe digrin û çavê xwe miç dikin. Ji wan re rayên Turkan, heq yan ne heq, girîngtir ji mafên merovan û gelan in. Ev jî ji me re dide xuyakirin ku di salên pêş me de xebatek bi awayekî din û bi encam dive. Ji îro pê ve pêdiviya plansaziyek ji bo pêşerojê şert e. Di vê plansaziyê de pêwîr dikeve ser milê hemû kesayetî, sazî, komele, partî û bazirganê Kurdistanî. Siyasetmedar û rewşenbîr, xwendekar û karmendên me têra xwe hene ku bi nasnameya xwe, bi serbilindî têkevin nava xebata siyasî, zanistî, civakî û kultûrî. Ev yek ewê bibe piştgiriya herî mezin ji bo Tevgera Azadiya Kurdistan ku li welêt di nav şertên herî giran de tê bi rê ve birin.