Rojnameya Ronahî

DYA, Minbicê nake mijara bazarê

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku DYA bi tu awayî nikare bi Tirkiyê re li ser Minbicê bazarê bike. Pekoz, anî ziman ku ger Erdogan gefê xwe yê li ser Minbicê bidomîne, wê şer derbasî El Babê bibe.

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, derbarê polîtîkayên Tirkiyê yên li dijî Idlib, Minbic û berdana Rahîbê DYA’yê Andrew Brunson de nirxandin kirin. Pekoz, diyar kir ku di rewşa Minbicê de li gorî berê tu guhertin tune û wiha got: “Minbic rewşa xwe ya berê diparêze. DYA’ê di daxuyaniyên berê de diyar kir ku hêzên YPG’ê ji Minbicê vekişiya ne. Li gorî polîtîkayên ku QSD’ê diyar kiribûn li Minbicê pergala reveberiyê hatiye avakirin. DYA çend caran ev yek teyit kir. Mekanîzmaya kontrola Minbicê di destê QSD’ê de ye. Li ser xetên sînor DYA û Rûsya heye. Di rewşa heyî de tu guhertin tune ye.”

Pekoz, derbarê daxuyaniyên Tirkiyê yên ku piştî berdana Rahîbê DYA Andrew Brunson de li ser Rojhilatê Firatê dike wiha got: “Piştî vê daxuyaniyê cemawerî pirsa ‘Piştî Brunson niha Minbic heye? dipirse. Lê Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi tu awayî bazara wan bi Tirkiyê re tune ye. Dibe ku bazar li ser Fethullah Gulen û Midûrê Banka Gel be. Tirkiye di vê bazarê de nikare derbasî Rojhilata Firatê û yê Sûriyê bibe. Lê Tirkiye dikare vê rewşa Brunson bikar bîne û cihê xwe fireh bike. Trump zelal eşkere kir ku ew dîlê xwe nakin mijara bazarê. Diyar kir Tirkiye rahîbê wan dîl girtiye. Brunson 10 salan jî girtî bimîne, DYA wî li ser Minbicê nake mijara bazarê.”

Pekoz, da zanîn ku wekî Tirkiye got û plan kir hesabê wê yê li Idlibê li rê naçin û wiha axivî: “Tirkiye di mijara Idlibê de ketiye tengasiyê. Li qadê pêşketin dijberî daxuyaniyên Tirkiyê ne. Ji bo bala gel a li ser Idlibê belav bike dibêjin ‘Em dê têkevin Minbicê. Em ê Rojhilatê Firatê belav bikin’ Manîpulasyonê çê dikin. Ger ku Tirkiye di Minbicê de israr bike wê Bab bibe qada şer. Wisa difikire ku DYA û Firansa bitirsîne. Li Minbicê bingeha ku li El Babê krîzê ava bike heye. Ger ku Tirkiye gavek wisa bavêje wê çi bibe? Wê demê ne Minbic, wê El Bab bibe qada şer. Wisa bidominê wê serdestiya xwe ya li Babê jî winda bike. Pêşketinên li qadê û daxuyaniyên Tirkiyê li dijî hevin. ”

RÛSYA ALOZIYÊ PÊŞ DIXE

Pekoz, bal kişand ser helwesta Rûsya û wiha berdewam kir: “Wekî ku Rûsya piştgiriyê dide Tirkiyê hewayekê ava dike. Bi vî rengî peyamê dide DYA, Fransa û Kurdan. Rûsya dibêje ‘Binerin kurd wê dewleta serbixwe ava bike. Rojhilata Sûriyê bêtir talûke ye’.  Dema em li van têgehan dinerin, polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Sûriyê ne. Rûsya dixwaze bi vê yekê nakokiya di navbera Tirkiye û DYA, Tirkiye û Fransa û Tirkiye û NATO’yê de kûr bike. Rûsya dixwaze aloziyê bêtir kûr bike û tev liheviyê bike. Rusya  lewaziyên Tirkiyê dibîne û bi ser Tirkiyê de diçe. Rûsya jî dizane ev yek ne pêkan e. Baş dizane ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêka Sûriyê jî çareser nabe. Ez bawer nakim ku Rûsya kurdan jî bîne hemberî xwe. Heta ku Rûsya bi kurdan re peymanek dîplomatîk pêk nîne, li Sûriyê aramî pêş nakeve. Ev yek ji bo  Esad jî derbas dibe. Mijara esasî dixwaze Tirkiye bikar bîne.”

LI SÛRIYEYA BAKUR RÊVEBERIYA XWESER NEBE NABE

Mustefa Pekoz, heri dawî anî ziman ku ji niha û şûnde li herêmê wê rêveberiyek Navendî bê avakirin û wiha bi dawî kir: “Êdî li herêmê rêveberiya xweser nebe nabe. Li gorî vê yekê li Bakurê Sûriyê pergala federatif û xweser mecbûrî ye. Di vê mijarê de di navbera DYA û Rûsya de niqaş tune. Îngîlîstan, Fransa, Almanya, Rusya û DYA li ser vê yekê li hev kirine. Êdî gav paşve nayên avêtin. Statuya Rojava hatiye diyarkirin. Ji niha û şûnde tenê tescîlkirina Neteweyên Yekbûyî ya Qanûna Bingehîn maye…MA