Rojnameya Ronahî

Reqa şopên dagirkeriya DAIŞ’ê li ser xwe davêje

Reqa ku DAIŞ’ê weke paytexta xîlafetê ragihandibû di roja 17’ê Cotmeha 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de hat rizgar kirin. Salek li ser rizgarkirinê re derbas bû. Nava salekê de li Reqayê jiyan bi pêşengiya meclîs û komîteyên ku hatin avakirin careke din geş bû û welatî hewl didin şopa dagirkeriya DAIŞ’ê li ser bajarê xwe bavêjin.

Li ser rizgarkirina Reqayê re salek derbas bû. Di nava salekê de gelê Reqayê heta astekê birînên xwe pêça û şopên wêranî û dagirkeriya DAIŞ’ê ji ser xwe avêt.
Meclisa Sivîl a Reqayê bi piştgiriya Meclisa Sûriya Demokratîk di salekê de di aliyê xizmetguzarî û xwe birêvebirinê de gavên girîng avêtin. Derdora 200 hezar malbat vegeriyan bajêr.
Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ‘ê welatiyên Reqayê xebatên xwe yên xwe birêxistinkirinê xwebirêvirinê pêşxistin. Meclîsa Sivî a Reqayê jî alîkariya pêwîst da welatiyan. Meclîsa Sivîl piştî ku bajêr hat rizgar kirin komîteya jinûve avakirina Reqayê ava kir.
AVAKIRINA MECLÎSA SIVÎL A REQAYÊ
Di 18‘ê Nîsana 2017‘an de Meclisa Sivîl a Reqayê hate ragihandin. Yek ji erka sereke ya meclîsê avakirina Reqayê ye. Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo vegera welatiyê Reqayê yên ku koçber bûbûn xebitî. Meclîsê welatî di nava xebatên komîn û meclîsan de bi cih kir.
Meclisa Sivîl a Reqayê di 10‘ê Çileya 2018‘an de bi armanca berfirehkirina xebatan kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de meclisên qanûnsaz û rêveber, her wiha komîteyên meclisê hatin avakirin.
Meclisa Sivîl a Reqayê di nava demeke kurt de li navçe û gundên Reqayê bi dehan komînte, komîn û meclîs ava kir û gel xwe li dora wan bi rêxistin û perwerde kir. Her wiha Meclîsê di warê xwe parastin, çandinî û xizmetê de jî gelek gavên girîng avêtin û qanûn derxist.
ŞAREDARÎ
Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan roleke sereke di ji nûve avakirina bajêr de lîst. Komîteyê li herêmên weke Reqa, Hizêmê, Kesrat, Hemrat, Keramê, Kidêran û Esedeyê şaredarî ava kir. Komîteyê di warê xizmeta di civakî de gavên girîng avêt û gelek xebat kir.
PERWERDE
Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, tevî gelek astengiyan û hilweşandina gelek dibistanan ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve heta astekê xebatên perwedê bi pêş xist.
Komîteyê astengiyên heyî heta astekê derbas kir, dibistan û navendên perwerdeyê vekir. Niha hejmara xwendekarên li herêmê 63 hezar û yên mamosteyan jî 2 hezar 600 in.
Têkildarî sala nû ya perwerdeyê, komîteyê ji bo pêşxistina asta mamosteyan akademî vekirin. Di vê çarçoveyê de 4 hezar 100 mamoste di nava 2 mehan de hatin perwerde kirin. Jê 3 hezar û 800 li dibistanan hatin bi cih kirin. Li gundewarên Reqayê jî 281 dibistan hatin vekirin, li van dibistanan 110 hezar xwendekar têne perwerdekirin. Komîteyê her wiha pêwîstiyên dibistanan jî bi cih anî.
TENDURUSTÎ
Komîteya Tenduristiyê jî xebatên xwe heta astekê berdewam kir û xizmet pêşkêş kir. Komîteyê ji bo zarokan pêngava aşîkirinê destpê kir û 122 hezar û 342 zarok ji 6 salî heya 12 salî hatin aşîkirin. Bi armanca ku xebatên xwe berfireh bike, komîteyê navendên tenduristiyê li gundên Xantûniyê, herêma Kerame vekirin. Her wiha nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a jinan di hundirê Nexweşxaneya Wetenî û ya zayînê vekirin. Li nexweşxane û navendên tenduristiyê nexweş bê pere têne dermankirin. Komîteyê ruxset da 185 dermanxane, 16 depoyên dermanan, 3 laboratuar û 8 nexweşxaneyên taybet. Ji aliyê komîteyê ve yekem navenda xwînê li herêma Reqayê hate vekirin.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Dr. Ehmed Îsmaîl diyar kir ku pêwîstiyên wan bi alîkariyê bi taybet bi ambulansan heye.
200 HEZAR MALBAT VEGERIYAN
Têkildarî vegera şêniyên Reqayê jî Komîteya Karûbarên Civakî ku di 18‘ê Nîsana 2017‘an de wekî buro hate vekirin, giraniya xebata xwe da koçberên li kampan û vegera wan. Komîteyê destpêkê kampa Eyn Îsa vekir ku bi hezaran koçberên Reqayê pêşwazî kirin û alîkarî pêşkêşî wan kir. Di dema ku şer li Reqayê rû dida komîteyê pêşwaziya 160 hezar koçberan kir û pêdiviyên wan yên weke xwarin, vexwarin û çadir bi cih dianîn. Piştî rizgarkirina bajar jî, buroyê karê xwe berfireh kir û veguherî Komîteya Karûbarên Civakî. Komîte ji buroyên koçber, astengdar, alîkarî û xebitandinê pêk tê.
Komîteya Karûbarên Civakî piştî rizagarkirina bajar 200 hezar malbatên ku koçber bûbûn, vegerandin Reqayê û alîkariya wan dike. Li gorî komîteyê amadekarî tên kirin ku 3 hezar koçberên li kampa Eyn Îsa vegerînin. Di heman demê de alîkariyê pêşkêşî 12 hezar koçberên Dêrazor, Heleb û Humus ên li Reqayê bi cih bûne, dike.
KOMÎTEYÊN DIN
Komîteyên din ên Meclisa Sivîl a Reqayê jî bê navber xebatên xwe bi rêve dibin. Komîte xebatên bi rêxistinkirina civakê dewam dikin û hewl didin şopa DAIŞ’ê ji bajê tune bikin.
Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê roj bi roj jiyana li herêmê geş dikin, bi derfetên kêm û bi piştgiriya Meclisa Sûriya Demokratîk gavên girîng di aliyê birêxistinkirin û xizmetguzariyê de avêtin…ANHA/REQA