Rojnameya Ronahî

Cotkarên Cizîrê zibilê sewalan bikar tînin

Cotkarên navçeya Tirbespiyê careke din”Semadea xwezayî” ango zibilê sewalan bi kar tînin.
Gelê herêmê ji demên berê de zibilê sewalan ji bo zeviyên xwe bikar tînin.
Di demên dawî de ji ber ku semada çêkirî bi awayekî neyînî bandor li axê û tendurustiya mirovan dikir, careke din xelkên navçeya Tirbespiyê li zibilê sewalan vegeriyan.
Pisporê Çandiniyê yê ji navçeya Tirbespiyê ye Şêxmûs Hesen diyar kir a herî baş ku cotkar zibilê sewalan bikar bînin ji ber ku madeyên sereke ji bo çandiniyê têde hene.
Şêxmûs diyar kir ku zibilê sewalan axê nû dike û bandorya semada kîmyewî ji axê radike…ANHA