Rojnameya Ronahî

Kooperatîf bingeha pêşxistina aboriyê ye

Ferîşte NEZÎR

Bi armanca nîqaşkirina giştî xebatê kooperatîfan û taybet astengiyên ku derbasbûne di 1’ê Cotmehê de Yekîtiya Kooperatîfên li avahiya Desteya Aborî ya bajarê Qamişlo civîna salane li darxistin da ku çareserî ji pirsgirêkan re bibînin, her wiha di civînê de reşnivîsa zagonên kooperatîfan jî hate xwendin civîn du rojan ser xebatê rêxistinî, pêşniyar û pirojeyên demê pêş hat enîqaşkirin. ji bo biryaran komîteyak ji 5 kesan hate avkirin.
SAZİYA ABORİYA CİVAKÎ BİNGEHA DÎMOKRATÎYE
Têkîldarê mijarê rojnameya Ronahî bi rêvebirê kooperatîfan a Herêma Cizîrê Semîr Sadiq ser girîngiya kooperatîfan diyar kir ku kooperatîf bingeha pêşxistina aboriya civakê ye û xwetêrkirina hêrmê ye.”
Semîr Sadiq anî ziman ku Kooperatîf saziyek aborî civakî ye û bingeha demokratî ye, ji ber ku ji encama biryara gel û xebatek hevbeş di hundirê saziyê de hatiye. Û wiha dom kir: “Rastî ji sedema ku projeya avkirina Kooperatîfan beriya li darxistina 1.Konferansa kooperatîfan ku di 20’ Cotmeha 2017’an de hatibû li darxistin hatbû avakirin, ev kooperatîf ji hêla hijmar û armanca qezanckirina madî de mabû û encam negirtibû. Lê piştî li darxistina konferansê li ser bingeha rêzîknameya kooperatîfan ew kooperatîf û hevgitin hatin rêxistinkirin.”
PİŞTÎ KONFERNASÊ KOOPERATÎF HATİN RÊXİSTİNKİRİN
Semîr anî ziman ku piştî ku kooperatîf hatibûn avakirina meclis jêre dihatin hilbijartin û di her meclisekê de ji 8 heye 18 endamî bûn û wiha raber kir: “Lê piştî konferansê kooperatîfan, bi saya girtina biryarên guncaw û piştî ku her projeya kooperatîfê di lêkolîn û lêhurbûnek giştî derbas dibû jinûve ser xebat dijate kirin, wiha kooeratîf hate rêxistinkirin. Di konferansê de gelek biryar hatibûn girtin lê hemû pêk nehatin biryarên ku pêk nehatin hî evin: Lê dîsa di civînê de hatin nîqaşkirin.”
Semîr bal kişand ser biryarên pêk nehatin û wiha bi rêz kir: “Avakirina komîteya şopandina xebatê koopertafîn, komîteya dermanxaneyan, beyterî û rêxistinkirina wan di kooperatîfan de, Ferhkirina kooperatîfên şînkahî, biyut bilastîk û Kadroyên herêmê yên kooperatîfan, her wiha ji bo firotina berhemên kooperatîfan li her eyletekê bazar avabikin. Ev biryarana di vê salê de bikivin meryetê de.”
ZAGONÊN KOOPERATÎFAN
Semîr tekez kir ku xebatê Yekîtiya kooperatîfan ser herdu kantonan Qamişlo û Hesekê hate rêxistin kirin û wiha got: “Ev herdû kanton di hundirê Herêma Cizîrê de yekîtiya Kooperatîfan bi rêve dibin, her wiha navê mala Kooeratîfan hate guhetrin û bû Navenda kooperatîfên bajêr û herêmê. Di heman demê de gelek navendên nû yên kooperatîfan li Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak û Holê hatin avakirin. Her wiha hind projeyên nû ser rêgezên rêzîknameya yekîtiya kooperatîfan jî hatin avakirin wekî: Firina Etal li navçeya Erîşa ya girêdayî Şedadê, kedîkirina mirîşakn li Hesekê, kargeha dirûtinê li Dirbêsiyê û kedîkrina çêlekan li Terbespiyê û li Til Koçer. Guherinên nû wekî duznlemey endaman çêbû.”
Semîr Sadiq da zanîn ku di 3’ê Îlona 2018’an de civîna Yekîtiya Giştî Kooperatîfan hate li darxistin û tê de biryara derxistina zagonên kooperatîfan hate girtin û ev zagon radestî desteya zagonsaz hate kirin dema erê bikin dê bibe zagonek fermî ji Kooperatîfan re. Her wiha di riya van zagonna serdna herêmên nû rizgar kirî bikin wekî Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezor, bi Desteya Aborî re bi civîn û ji bo danesîna armanca kooperatîfan civînnaji wanre lidarxin. Her wiha dewreyên perwerdê taybet bi kooperatîfan girtî ji 15 heye 45 roj ji wan herêmna re çêbûn.”
106 KOOPERATÎF Û 14149 ENDAM
Semîr raber kir ku kooperatîfa Qesrik, Rojava li Dirbêsiyê û hevgirtina Sebrî li Terbespiyê, her wiha Neqra ya sewlan li Qamişlo encam negirtin û bi renegkî neyîn ser xebatê kooperatîfan bandor kir û wiha dewam kir: “Herêmên netewên ereb ji kurdan zêdetir bi baldarî nêz û tevlî kooperatîfan dibin. Ku beriya konferansê 75 kooperatîf hatin çêkirin ûpiştî konferansê 31 kooperatîf hatin çêkirin 3 çandinî, 6 koperatîfên pêşesazî 11 bazirganî 6 kooperatîfên sewalan. Ku hemû 106 kooeratîfin jê 7 kooperatîfên taybet bi jinê û hijmara endamên kooeratîfê jî 14149 endamin.”
Birayrên ku di civînê de hatin girtin evin:
Pêşniyarên rêxistinî:
1-Rêxistinikrina dewreyên perwerdê ji bo hemû endamên kooperatîfan.
2-Avakirina komîteya şopandin û lêkolînkirina projeyan ser asta Federasyonê.
3-Rêxistina hemû navendaên kooperatîfan xurt bikin.
4- konsebta kooperatîfan wekî biranj derbasî dibistanan bikin.
5-Di rewşa binketina projeya kooperatîfan rêveberiya kooperatîfan berpirsê radike.
6-Xebatê hemû rêveberan wek endamên kooperatîfan tevlî bibin da ku hemû mafên xwe ji navendaê bigrin.
7-ji bo danesîna armanca kooperatîfan proşor bêne belavkirin.
8-Xebatê Federasyonê ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferh bikin.
9-Erde ser navê mulkiyê hevpar bê kirin.
10-Ser teşwîqkirina avakirina kooperatîfên veguhestina hundirîn xebat bikin.
11-Hevpeyman bi kesên ku sûd ji erdên gênel an jî giştî digirn bê çêkirin û yên hevpeymanê pêk neyîne li gorî rêgezên peymanê biryar dirheqê wî de bê girtin.
12-Guhertina an jî sererastkirna rêzîknameya hundirîn.
13-Bi armanca danesîna hişmendiya kooperatîfan xebatên ragihandinê hêztir bikin.
Kooperatîfên Bazirganî: Jinûve avakirina heykeliya kooperatîfa hevgirtin û tesbîtkirina hijmara endamên wê, her wiha xurtkirina têkîliyan di navbera navendên kooperatîfan, her wiha firotina berhemên kooperatîfên din bikin.”
Kooperatîfên çandinî:
1-Li gorî rûbariya zeviyê hijmara endaman tesbît bê kirn.
2-Di hemû eyaletan de xebatê sewaldariyê xurtie û ferehtir bikin.
3-Ji bo xurtkirn amîzaniya navendê kesên ku peymana wan bi dawî bûye ser bingeha federasyonê bê nûkirn.
4-Li gorî pêwîstiyê beşek ji erdê kooperatîfan bidin sewaldariyê.
5-Tov, semad û hemû pêwîstiyên çandiniyê bi deyîn bidin kooperatîfan.
6-jinûve çakirna hemû bîrên girêdayî zeviyên kooperatîfan.
7-Hemû kooperatîf bi pilana salana ya çandiniyê a herêmê ve pêk bînin.8-Zeviyên cotkaran jibo kooperatîfan bi rêxistin bikin.