Rojnameya Ronahî

Dewleta AKP’ê

Mihemed ŞAHÎN

Erdogan bi axavtinên xwe yên Qizilcahamamê mîsoger kir dewleta Tirk bûye dewleta partî ya AKP’ê.

Êdî zagon û makezagon bê wate ne. Nirx û pîvanên herî demokrasiyeke kêm jî tune ne. Di rêveberiya dewletê de ya esas û diyarde AKP’e û berjewendiyên desthilatdariya AKP’ê ne.

Lewre serokê AKP’ê bi hêsanî dikare bibêje heke di hilbijartinên heremî de Kurd careke din dengê xwe bidin namzetên xwe ezê careke din dest danim ser îradeya wan û qayiman pêwirdar bikim. Dixwaze bi gef û şantajan Kurd dengê xwe bidin AKP’ê. Bê guman ev helwesta Erdogan di heman demî de îlana têkçûna siyaseta wî ye.

Rê û rêbazên klasîk ên ku bi sedan sale dîktatorên Rojhilata navîn diceribînin niha serokê AKP’ê dixwaze biceribîne. Mînakên herî dawîn Sedam Huseyîn, Husnu Mubarek, Kadafî, Beşar Esad û hwd. bûn. Wan jî di welatê xwe de hilbijartin pêkdianîn. Ji ber ku herkes neçar bû dengê xwe bide partiya wan her carî ji sedî heştê jortir deng digirtin. Lê bi wan hilbijartinan ne welatê wan dibû demokrat û nejî navê dîktatoriyê ji ser navê wan radibû.

Erdogan dibîne ku piştî hemû qirkirinên siyasî û fizikî yên sê salên dawîn, rûxandinên bajêr û navçeyan, xespkirina îrade û bidestê qayiman desteserkirina şaredariyan dîsa jî Kurd li ber wan çong dananin û teslîmê wan nabin. Dibîne ku li gel hemû zext û zordariyên sê salên dawîn Kurdan dev ji Kurdîtiya xwe, ji nasnameya xwe, ji çanda xwe, ji azadiya xwe bernedaye û xwe nespartine AKP’ê.

Ev sekna Kurdê berxwedêr serokê AKP’ê gelek aciz dike. Lewre li Kurdan gefan dixwe û dibêje hewceye em tedbîrên din bistînin.

Ew tedbîr çine? Tedbîrên çewisandin û teslîm girtina civakê ne. Tedbîrên rêvberiyên otokratîk in, tedbîrên dewleta partiyê, yên dewleta AKP’ê ne. Yanî tedbîrên Sedam û Esad yên rejîmên BAAS’in , tedbîrên partiya CHP’ê yên ji sala 1920’an hetanî sala 1946’an in. Ji sala 1920’an hetanî 1946’an dewleta CHP’ê hebû niha jî dewleta AKP’ê heye. Di wê serdemê de hemû tişt li gorî berjewendiyên desthilatdariya CHP’ê dihat dizaynkirin, niha jî hemû tişt li gorî berjewendiyên desthilatdariya AKP’ê tê dîzaynkirin. Di wê serdemê de her kes neçar bû dengê xwe bide CHP’ê nihajî her kes neçare dengê xwe bide AKP’ê. Di wê serdemê de “şefên mîllî” Mistefa Kemal û İsmet bûn niha jî Erdogan e. Xala hevpar a herdû partiyan dijberiya civaka Kurde.

Li Tirkiyê dibe ku di şexsê partiyan de pergala dewletê biguhere, dibe “Şefên Mîlî” biguherin, dibe hemû tişt serûbino bibe lê tiştek qet naguhere. Ew jî siyaseta qirkirin û tunekirina civaka Kurde.

Dewleta CHP’ê hişmendiya Îtîhat Terakî ya nîjadperest esas digirt. Di dijberiya Kurdan de tu pîvan nasnedikir, serdema wê serdema qirkirin, teslîm girtin û tunekirina civaka Kurd bû. Niha dewleta AKP’ê jî heman hişmendiyê esas digre. Di dijberiya Kurdan de tu pîvan nasnake. Ew jî di siyaseta qirkirin, teslîm girtin û tunekirinê de bi israr e.

Li gorî hişmendiya wan a nîjadperest a gemarî Civakeke Kurd tune ye, qaşo Kurd hene. Lê hewceye ev qaşo Kurd jî ji xwe re nebêjin em Kurd in û Kurdî neaxivin. Hewceye doza çand, ziman, nasname û hebûna xwe nekin. Ji bo wan daxwazan dernekevin ser çiyan û liberxwe nedin. Heke ji bo wan xwestekên xwe bi awayeke legal û aştiyane siyasetê jî bikin bila dengên xwe nedin partiyên xwe. Heke deng bidin partiya xwe hewceye bi tevî partiya xwe ve di bin bendê de bimînin. Di cîhanê de bila tu dost, heval û hevkarên Kurdan tune bin. Dema ku ev qaşo Kurd mirî bila tirba wî jî tunebe, heke tirba wê hebe bila li ser tirbê nivîsa Kurdî tune be…

Belê êdî li Tirikyê dewleta AKP’ê heye. Gotin û axaftinên serokê AKP’ê ferman û zagonin. Polîs, dozger û dadger hemû 24 saet amade li devê wî dinêhirin. Serokê AKP’ê di 7’ê Cotmehê de li Qizilcahamamê li Kurdan gef xwarin û qala tedbîrên nû kir. Di 9’ê Cotmehê de em bi operasyoneke qirkirina siyasî ya dorfireh şiyar bûn. Di 9 bajêran de di bin navê lêgerînê de 183 mal hatin serûbinokirin û ji sedî zêdetir siyasetmedar û rojnameger hatin binçavkirin.

Encamên vê siyasetê di rewşa Iraq, Misir, Lîbya û Sûriyê de diyare.