Rojnameya Ronahî

Pirsgirêk Çiye?

Rotînda YETKÎNER

Gelek kes dibên, “were em kar bikin, koro çêkin, perwerda muzîkê bidin, xebat çêkin” û hwd. Niha divê em pirsgirêka heyî baş û gelek baş têbighêjin. Pirsgirêk ne karkirina çend kesane û ne jî ne kar kirina çend kesane. Nêrînên ku çêbûne û bi gel jî dane pejirandin ên li hember huner û hunermendên resen, bi hewildana çend kesên dil paqiş û ji xebat heskirî ji holê ranabe.
Em rexneyên gelek giran li kapîtlizmê dikin û dibên, “ huner kiriye meta û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne” ev gelek raste û nêrînek di cîh de ye, lê gelo li hêla me huner ketiye çi rewşê?
Divê li hember hunerê nêrînek wisa bihata afirandin ku, ne tenê stranbêjên welatparêz, ên li dijî Tevgera Azadiyê jî, bixwestana di şev û şahiyên me de derketana ser dikê. Divê şevên Partiyê biba nişaneya hunera herî bi rûmet û hunera resen û her hunermendên xwedî keda resen bixwesta derkeve şev û şahiyên me. Ka em rastiyê binêrin, “ heval ka bila çend stranê govendê bêjin bila gel govend bigre. Ka bila tembûra xwe bigre were. Heval gel govend dixwaze, stranê te ên govendê tune.” Û heya dawî erzan nêzikbuyîna li hember hunêre heye. Tu diçî şev an şahiyên surprîz ên gelek mezin dertên pêşiya te. Sazbendek tînîn ku bila ji tere saz lêde, hey medet akor kirina temburê nizane wê çawa stranên te bizane. Dawiya şevê tê û tu bi hestên dil şikestî, ser dika sar û guhdarên ku hîç xema xwe bi te nanîne dêşe. Deng xweşikbûyîn, stranên giranbuha, an jî keda te a resen hîç kimya wî tune, ger te ji bo govend stran negotibe, tu ne stranbêjî. Belê li hêla me muzîk hatiye vî halî.
Bi salane di civîn û konferansan de me got û got û dawî çiye rewşa me?
Akademî dawazbû; li holê cihek nemaye ku em bikaribin bên gel hev û biaxfin.
Konserê mezin û bi bandor daxwazbû; nema li hole du stranê paqiş û bi awayek hunerî gotin.
Koro, dibistan, perwerda zarokan gotin; li holê nemaye yek şagirtekê dil soz.
Niha kî mikrofonê digre destê xwe naxwaze dayne û çi distêre, rast an ne rast diqîje û dibe “çepik” û çepik. Rewşa stranbêjên heyî hat ve halî.
Yanî mesele ne ku, “ka heval werin em bicivin û biryaran bigrin” ne. Pirsgirek ev nerînên ku ji bo karên rojane pêk were hatine avakirin, huner qedandiye.
Tu, kesên ku tenê sitranek dibê û bi tesadufî buye stranbêj û kesên ku temenê xwe ji bo hunera resen feda kiriye bikî wek hev û di heman çerçewê de lê binêrî, wê ev rewşa têkçûyî neguhere. Divê TU XWE BIGUHERÎNÎ. Biryar bidî ka tu huner dixwazî an ji bo govêndên bi çoş û dawî puç û bi sloganên erzan stran gotinan?
Em bîr nekin ku şoreşa herî bi bandor û dijwar, perwerde kirina civaka pêşverê ye û rêya wî jî hunera resen e. An jî ez wisa difikirim, ger şaşbe lêborîn, lê mixabin ne şaş e.