Rojnameya Ronahî

Komkujiya Enqerê

Farûk SAKIK

Êvara 7ê Hezîrana sala 2015an de dema ku ji ajansa encamê hilbijartinan eşkere bûn di heman demê de têkçûna desthilatdariya AKPê ya 12 salan jî eşkere dibû.
Li hember vê têkçûnê AKPê, biryara şer da û ji bo ku hilbijartin werin dubare kirin 1ê Mijdarê destnîşan kir.
Di atmosferek waha de, di cotmehê de, ev blog ji bo dawî li vî şerî bînin, ji bo aştiyek mayende di nav hewldanan de bûn. Û biryardan ku di 10ê Cotmehê de li Enqerê mitîngek girseyî lidarbixin. Dest bi amedekariyan kirin.
Di serî de HDP û ev hêzên aştîxwaz ji PKKê xwestin ku agirbest îlan bike. PKK her çiqas di agirbestek dualîde bi israrbû jî dîsa hetanî yekê Mijdarê biryara agirbestek yek alî da. Ev yek jî ewê di 10 mehê de di mitînga Aştiyê de li Enqerê denklere bikira.
EWROJ…..
Di 10ê Cotmehê de ji her deverên Tirkiyê di bin pêşengiya, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî (KESK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeya Mîmar û Mihendisên Tirkiyê(TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkirên Şoreşger(DÎSK),Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û mirovên aşitîxwaz berbi Enqerê ve diherikîn.
Kesên ku hatin li hin noqteyêan komdibûn û berbi qada mitîngê ya “Pira Sihhiye” ve ewê bimeşiyan.
Ji van noqteyan yek jî ber “Gara Trênê” bû.
Hatin bi pankart û flamayan, bi qêrîn û sloganan.
Hatin, di dest, dil û li ser zimanê wan peyamên aştî, biratî, demokrasî û mirovahiyê hebûn.
Hatin, Govend gerandin û stran gotin.
Saet 10:05an de bi dengê 2 teqînan govend û stranên wan yên aşitiyê di nîvcu de man.
Teqîna yekem li cihê kortêja girseya HDPê û duyem jî di kortêja EMEP û SGDFê hatibû teqandin. Û li paytextê Tirkiyê li navenda demokrasiyê ew roj komkujî hebû.
Di bombeyan de parçeyên metal û bîlye bikaranîbûn. Her deverî cesed û parçeyên laşê mirovan hebûn. Cîhê komkujiyê veguherîbû gola xûnê.
Qêrîn, hawar û dengê sîrênên anbulansa tevlî nav hev dibû.
Piştî teqînê dîmen û tabloya ku derket holê xwîna mirovan di cemidand.
Pankartên ku çalakger li ser aştî nivîsandibûn bûn kefen.
Ji bo birîndaran jî ti mudaxele nehat kirin.
Gel li qadê bi derfetên xwe birîndarên xwe rakirin.
Herçiqas gel bi qêrîn û hawar gotin ambûlans jî; Hêzên dewleta Tirk demeke dirêj nehiştin ambûlans herin cîhê bûyerê û di ser de jî bi ava şidiya û bombeyên gazê êrişî gel kirin.
Gel, birîndaran bi wesaîtên şexsî rakirin nexweşxaneyan.Û gelekî kesan, yeko yek alên HDP’ê yên li ser miriyan radikirin û li xizmên xwe digeriyan. Çalakgerên li cîhê bûyerê jî nerazîbûneke tund nîşanî polîsan didan.
Polîsên ku hatin cîhê bûyerê jî gulle li ser gel reşandin.Gelek çalakger jî ji aliyê Polîsan ve hatin binçavkirin.
Dayîkên ku ji bo aştiyê hatibûn li ser zarokên xwe dilorandin.Dema ku dayîk dilorandin, li aliyê din çalakger hewildidan hêzên dewletê ji qadê dûr bixin da ku birîndaran rakin nexweşxaneyan.
Piştî ku çalakgeran Polîs ji wir dûr xistin ambûlans ketin qadê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.Cenaze hatin komkirin û birin “tipa edlî”. Birîndar gelekbûn, wan jî li hemû nexweşxaneyên Enqerê belav kirin.Kaos hebû herkes li xizmê xwe digeriyan. Li berderiyê nexweşxaneyan û “Tipa Edlî” lîsteya mirî û birîndara hebû. Gel bi hêrs bû.
Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag jî li ber deriyê nexweşxanê bû û êşa malbatan parvedikir.
Evarê di bultenan de hejmara kesên ku jiyana xwe jidestdane û birîndara hat eşkere kirin. Ev hejmar hevdû nedigirtin. Roj derbasbûn hat eşkere kirin ku di vê komkujiyê de 107 kesî jiyana xwe ji dest dayî û di ser 500 de jî birîndar henin.
ÎROJ…
Di germahiya komkujiyê de, rayedarên dewletê û AKPê bi daxwiyniyên xwe dixwestin ser vê komkujiyê bigirin. Dixwestin esas hedef berevajî bikin. Dixwestin ku sûcê xwe yê di vê komkujiyê de veşêrin anjî bavêjin sutiyên hin kesên dinan.
Di Hezîrana sala 2016an de îdanemaya doza komkujiyê ya ku ji 571 rûpelî pêkdihat hat dadgeha çaremîn ya cezayê giran. 36 bersuc hebûn di dozê de. Dadgehê di derheq 17 kesan de biryara bêteqibiyê da.