Rojnameya Ronahî

Gel wê bi fikrên Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin

Ji rûspiyên êlên Tirbespiyê Hisên El-Sade destnîşan kir ku Komploya Navdewletî ne tenê Ocalan û gelê Kurd, hemû pêkhateyên Kurdistanê û herêmê hedef girt.

Nerazîbûnên li dijî tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin.  Rûspiyê êla Benî Sebai ya navçeya Tirbespiyê Hisên El-Sade destnîşan kir ku komploya 9’ê Cotmehê a li dijî Ocalan li dijî  hemû gelên ku azadî û mafên xwe dixwezin hatiye kirin.

Hisên diyar kir ku ew nêzî 30 sale fikra Ocalan nas dike û diyar kir çareseriya hemû pirsgirêkên rojhilatanavîn di fikrên Ocalan de derbas dibe. Hêzên serdest yên ku nexwestin ev yek pêk were lewra li dijî Ocalan komplo pêk anîn.

Hisên El-Sade da zanîn ku wî herdem dixwest Ocalan bibîne û wiha dewam kir, “Ocalan di encama komployekê de ji Sûriyê derket.  Ev komplo ne tenê li dijî Ocalan, li dijî hemû gelên herêmê hat kirin.  ji ber komplogeran dîtin gelên herêmê xwe li fikrên Ocalan digirin û ev yek jî ji bo xwe weke xetere dîtin.”

Hisên destnîşan kir ku di encama têkoşîna Ocalan û têkoşîna gelan de komplo hat şikandin û got, “Niha jî gelên herêmê li ser bingeha fikrên Ocalan di nava têkoşîna azadiyê de ne û wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Rûspiyê êla Benî Sebaî Hisên El Sade di dawiya axaftina xwe de diyar kir dewleta Tirk bi piştgiriya dewletên herêmî û navnetewî tecrîdeke giran daniya ser Rêber Ocalan û wiha got, “Hewl didin bi vê tecrîdê hêviyên gelên herêmê yên azadiyê têk bibin. Lê gelên herêmê wê li ser rêya Ocalan bimeşin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”…ANHA