Ferîşte NEZÎR
Bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, ku di sala 1998’an de li dijî Rêberê gelê kurdistanê Abdulah Ocalan pêk hate niştecihên Qamişlo diyar kirin ku komploya navneteweyî niha li ser gelê Kurd dewam dike.”
RAMANÊ AZAD NAYÊ DÎL GİRTİN
Rêvebera Kongra star a Kantona Qamişlo Şeha Xelîl anî ziman ku 9’ê Cotmehê destpêkirina komployê ku Rêbertî ji xaka Sûriyê derket û bi tecrîd û êrîşa ser Efrînê hîn ev komplo berdewam dike û wiha got: “ komploya Navnetewî ne kesayeta birêz Ocalan hedef girt, li himberî ramanê wî û felsefaya netewa dîmokratîk bû.”
Şeha wiha got: “Di be ku Rêberê me fizîkî di zindana Îmraliyê de dîl girtî be, lê rojana ew fikir di nav gel û cîhanê de belav dibe, ji ber ku raman nayê dîl girtin, Rêber APO ew ramanê azade ji bo wê jî bi serxistina vî ramanî têk çûna komploye.”
ÎMRALÎ VEGUHERÎ DİBİSTANÊ
Welatiyê bi navê Bengîn Beyzî komploya li ser Rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “Birêz Ocalan ji bo azadiya hemû gelên bindest li himberî sîstema desthilatdar tekoşîn da, jiber ku ev tekoşîn ne li gorî berjewendiyên hêzên navnetewî û taybet dewleta dagirker tirkî bû, hêzên komploger li hember Rêbertî komplo pêk anîn. Ev komplo bi saya keda şehîdan û şopdarên xeta rêbertî vala hate derxistin. Girtîgeha Îmralî veguherî dibistana neteweya demokratîk.”
ŞOREŞ BERSİVA KOMPLOYÊ YE
Nezîr Demîrtaş jî wiha nerînê xwe anî ziman: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket sala 20’an de li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Dewleta dagirker Tirk vê komployê bi girakirina tecrîdê ser Rêbertî dewam dike. Ev hêzên Navnetewî ku di nava komployê de cihgirtin ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj Rêberêtî dîl girtin, da ku xeyalên azadiya gelên Kurdistanê bikin hedef, ji bo wê jî gelên bindest li himberî van pilanan têkoşîna xwe xurtir dike û di qonaxeke herî girîng de ye. Destkeftiyên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê wekî bersiva komplogeran hate kirin, dîrokeke nû hat nivîsandin û komplo bi tekoşînê tê çû.”






