Rojnameya Ronahî

Komxebata jinên Sûriyê li Kobanê pêk hat

Komxebata çalakvan û hiqûqnasên jin ên Sûriyê li bajarê Kobanê pêk hat. Di beşa yekemîn a komxebatê de hevpeyman û biryarên navneteweyî yên girêdayî jinan hatin gotûbêjkirin.

Li bajarê Kobanê bi beşdarbûna nêzî 200 çalakvan û hiqûqnasên jin ên ji herêmên cuda yên Sûriyê di bin dirûşma “Ji bo mîsogerkirina mafên jinan di destûra bingehîn de li ser bingeha avakirina Sûriyke demokratîk” komxebatek hate lidarxistin.

Koordînatora giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê  Lîna Berekat axaftina destpêkê ya komxebatê kir û destnîşan kir ku  di şerê Sûriyê de bêtirî 24 hezar jin hatine kuştin û 57 jin di bin îşkenceyê de hatine kuştin û 8 hezar û 633 jin hatine revandin û windakirin.

Lîna diyar kir ku hejmareke mezin ji jinan bi tundiya cinsî re rû bi rû dimînin û hejmara ku hatiye qeydkirin 7 hezar û 699 jin in û 432 jinên ku temenên wan kêmî 18 saliyê rastî destdirêjiya cinsî hatine.

Lîna Berekat di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku jinên Sûriyê û bi taybet jinên herêma Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê rastî dijwariyên mezin hatine û wiha dewam kir: “Kes nikare çeteyên ku bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê lîstine, paşguh bike. Jinên  Siwêdayê jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatine revandin û kuştin.”

Lîna Berekat di dawiyê de ev tişt got: “Em wek jin divê em destkeftiyên xwe biparêzin û em bi rola xwe ya rasteqîn û çalak di çareserkirina aloziya Sûriyê de rabin.  8 salên şerê Sûriyê de  herî zêde jinan ziyan dîtiye û buhayên giran dane. Em niha beşdarnekirina jinan di danûstandinê de qebûl nakin, divê mafê jinan di destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de bê parastin.”

Hevseroka Meclisa Giştî ya  Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo jî bendên hevpeyman û biryarên navneteweyî yên girêdayî mafên jinan xwendin. Qeryo behsa pêwîstiya beşdarkirina jinan di hemû aliyên jiyanê de kir.