Rojnameya Ronahî

Dewleta Tirk wê sed mîlyon dolar ji zeytûnên Efrînê bigire

Di navbera komên çete yên Ehrar El-Şerqiye û Koma  Edil ku ji Ehrar El-Şerqiye veqetiyaye de, şer pevçûn derketin. Hate zanîn ku şer ji ber parvekirina zeytûnan ên welatiyên Efrînê pêk hatiye.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê li ser parvekirina zeytûnan şerê hev dikin.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandin, li Efrînê ji ber parvekirina zeytûnan a welatiyên Efrînê, di navbera koma çeteyên Ehrar El-Şerqiye û koma çeteyan a  Edil de li gundê Qujîma yê Cindirêsê şer rû didin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku welatiyên Cindirêsê nikarin biçin nava zeviyên xwe û zeytûnên xwe wergirin. Bi taybet  kiryarên komên çete di van demên dawî de zêde bûne û dest datînin ser zeytûnên gel.

Walîtiya Hatayê yê Tirkiyê di belavokekê de ji hemû komên çete xwest ku zeviyên zeytûnan yên desteser kirine, radestî koma bi navê Meclîsa Hundirîn a girêdayî dagirkeriyê bikin. Li hemberî vê yekê pirraniya koman nexwest zeviyên zeytûnan radest bikin û di encamê de nakokî di navbera komên çete de derdikevin. Meclisa Hundirîn a Cindirêsê ya girêdayî dagirkeriyê jî bac li ser welatiyan ferz kirin da ku karibin hilberîna xwe ya zeytûnan wergirin.

Girêdayî mijarê cîgirê Serokatiya Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Selah Îbo ragihand ku Tirkiye hewl dide 100 milyon dolar ji hilberîna zeytûnên welatiyên Efrînê bidize.