Rojnameya Ronahî

Fetişîzm+Faşîzm û Erdogan

Medenî FERHO

Zihniyeta Îttîhadiyan fetîşîzma Turk-î Îslam e.  Fetîşîzm,  ji dîsplîna akademîk dûr e û di destê dîktatoran de  dibe dehşetengîz çeka tunekirina komên xelkê. Fetîşîzma Turk-î îslam, îro di bedena Erdogan de kat daye û  li her derê, di her mercî de êrîşan dike û xwînê  dirijîne.

Fetîşîzm, totem e û  di bedena Erdogan de bûye rengê Xwedê; bûye  şûrê kuştina nirx, pîrozî, maf, demokrasî û edalatê. Feylesofê  sedsala 19.Auguste Comte, wateya fetîşîzmê,  “di guhertinên olê de û  kesên ku xwe di suretê xwedê de dibînin” dinirxîne. Marx jî,  wek çavkaniya nîqaşên li ser guhertina cîhanê şîrove dike.

Tirkiye, êdî Erdoganland e û  teza Turk-î îslam, di bedena Erdogan de kat daye û bi xwînê sor bûye. Balkêş e, gelek tirkên dewşirme, Erdoganê ku xwe di “suretê Xwedê de” dibîne, dibêjin “ew  ji ba xwedê hatiye”.

Cehalet-xeşîmî,  tiştekî qirêj û sift bêhnpêketî ye: Zewatên ku  sê-çar  bavên Erdogan lêkolîn nakin û nabînin ku  ew dewşirmeyê Rumên Derya Reş  e, wî  cûda nîşan didin. Bingeha vê xeşîmiyê, fetîşîzma Turk-î îslam e û bi gotinên weke “yek tirk, berdêla hemû cîhanê ye”, ” kesê bêje ez tirk im, çi bextewar e”, “Tirkan li hemberî 7 duwêlên emperyalîst şer kiriye”  û hwd. hatiye stewihandin.

Ev gotin, çavkaniya dûrketina ji mirovaniyê ne û îşkdana  fetîşîzma Rurk-î Îslama ku di bedena  Erdogan de bûye faşîzm e.  Vê jî, civaka Tirkiyê “şilûşatî-seqet” kiriye.  Jiyana rojane ya “xîreta arami”, li Tirkiyê xera bûye.  Dema ku di civakê de rêkûpekî, wekhevî  nemîne, birêzî û exlak  winda bibe, “xîreta aramî” jî têk diçe. Xîret, bingeha mirov û ademiyetê ye.  Xîret nebe, îrade jî, mirov jî nîne, êdî fetîşa totemî dest pê dike.

Erdoganê  di suretê Xwedê de, di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, cîhan tehdîd kir; li Elmanya jî,  tevahiya muxalefeta Tirk û Kurd tehdîd kirin. Tehdîda li Emerîka û Elmanya, tê wateya ku, pasîfîzma Ewropa û Emerîka ya li hemberî Erdogan, hevkariya Rusya bi Tirkiyê re, ew gihandiye vê qonaxê.

Erdogan, sinoran nasnake û ligel tehdîdên li cîhanê, di kesayeta Kurdan de mirovahiyê qir dike; piştî Efrînê, Başûrê Kurdistanê jî gav bi gav dagir dike. Ev,  nastoljiyek tarejîk e û ne bi rasyonalîzma burokatîk re, ne bi trajediya kulturî re, ne  bi pêdiviyên demê ve re têkildar e.  Gunehkarî ye û ev gunehkarî  para rêxistinên Kurdên Başûr, Hevkarên li Rojava, hevalbendên Kurdên li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî gunehkariya hêzên navneteweyî ye.

Fetîşîzma Turk-î Îslam, di bedena Erdogan de,  wek hêza ku kes nikare li hemberî wî raweste derketiye holê û ew jî bi taybetî wisa dide xuyakirin. Erdogan û fetîşîzma di suretê xwedê de, êdî Hîtler e û li hemberî cîhanê  qarîşkêşiyê dike. Cîhana ku di teknolojî de, li ezman stasyonan çêdike, li hemberî metafîzîk û  teolojiya Erdogan neçar û bêzar bûye. Ev trajedi ye û ziddê pêşketina dîrokê û diyalektîkê ye.

Fetîşîzma Îttîhadî, di bedena Enwer Paşa de, bû faşîzm, gelên Rum, Ermenî, Suryanî-Keldanî, Çerkez û civaka Elewî, Êzîdî qir kirin; piştre bû çavkaniya faşîzma Hîtler… Îro jî, di bedena Erdogan de kat daye!..  Eger wilo dewam bike, dikare li cîhanê bibe qalib û materyalîzma dîrokê tune bike. Di şerê duyemîn yê cîhanê de, fetîşîzma di bedena Hîtler de bû faşîzm,  hate mahkum kirin, divê fetîşîzma di bedena Erdogan de, bûye faşîzm,  demildest werê mahkum kirin.

Acilyetek li pêşiya mirovahiyê heye; lîberalîzma ku li cîhanê serdest e, nikare hemû nirx û pîzoziyên mirovahiyê bike qurban û li hemberî fetîşîzma Turk-î îslamî ku di bedena Erdogan de bûye faşîzm, bêdeng bimîne.