Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li konferansa ciwanan a li Amedê axivi û got, ‘’Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin.”
Konferansa Meclîsa Ciwanan a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan ku bi dirûşma ‘em rêxistiniya xwe bikin û azad bibin’ hat lidarxistin.
Di konferansê de Parlamentera Amedê Dersim Dag axivî got, ‘’Bi tecrîdê re şer bêhtir hate gurkirin. Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser gelê Kurd û ciwanan e. Ciwan her demê li dijî tecrîdê li ber xwe dane.’’
Dag anî ziman ku li djî tecrîda li ser Ocalan gelek ciwanan bedena xwe da ber ber êgir û got, ‘’Bi berxwedana xwe em ê tecrîdê bişkînin’’.
Dag destnîşan kir ciwan her dema dîrokê li ber xwedane û wiha dewam kir, ‘’Tevgera azadiyê bi berxwedana ciwanan heta van rojan hat. Kes nikare pêşî li vê bigire. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê Kurdan ti caran serê xwe netewandine. Dewlet li ser ciwanan polîtîkayên tinekirin û asîmîlasyonê rê ve dibe. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.’’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî diyar kir ku divê demildest dawî li tecrîdê were û got, ‘’Dewlet li ser ciwanan polîtîkayên gemarî rê ve dibe. Em bi her awayî li dijî vî şerê gemarî yê dewletê li ber xwe bidin. Em bi hev re li ber xwe bidn.”






