Diyar bû ku polîsekî li Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê dixebite ji MÎT’ê re dixebite. Tê gotin polîsê mijara gotinê dema ku agahî dida Sefareta Tirk li ser sûc hatiye girtin.
Beriya serdana Serokkomarê Tirk Recep Erdogan, rojnameya ‘Der Tagesspîegel’ê ragihand li ser polîsekî ku di Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê de, yê ku ji îstîxbarata Tirk re dixebitî lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hate gotin kesê ku behsa wî tê kirin yekî payebilind e û li Berlînê derbarê muxalîfên Erdogan agahiyan dide hev û van agahiyan dide Sefareta Tirk. Tê gotin tîmên lêpirsînê yên Elman ku polîsê nasnameya wî nehatî diyarkirin dişopandin, bûyera sîxûriyê bi belge kirin.
Lêpirsîna dozgeriya Berlinê veşartî tê hiştin, her wiha diyar bû, kesê ku polîsê sîxûr agahiyê jê re radigihand jî endamekî MÎT’ê ye, ku bi nasnameya dîplomatan digere. Piştî ku ev skandal derkete holê Wezareta Karê Navxwe ya Berlînê daxuyaniyek kurt da û got, ‘’Haya me ji îdîayên derbarê polîs heye’’.
Wezîrê Karê Navxwe Andreas Geîsel têkilî lêpirsî bi berfirehî agahî neda, rayedarên Midûriyeta Emniyetê yên Berlînê ku ji kovara nûçeyan a ‘Focus’ê re axivîn, gotin lêpirsîn didome. Balkêş e ku lêpirsîna ku ev demeke didomiya, beriya serdana Erdogan dane çapemeniyê.