Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê bi welatiyên gundê Eseliya yê Minbicê re civiya û partî bi wan dane nasîn.
Bi armanca pênasekirina partiyê û armancên wê, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê bi welatiyên gundê Eseliyê yê herêma Minbicê re civiyan. Bi dehan şêniyên gund di civînê de amade bûn.
Di civînê de Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mustefa Hengorî axivî.
Hengorî anî ziman ku pêwîste dawî li aloziya Sûriyê ku gel gelek ziyan jê dît were anîn û got: “Me ev partî ava kir, da ku bibe bingeha çareseriyê.”
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Maşî jî axivî û diyar kir ku armanca partiyê ew e ku xizmeta welatiyan bike û rola jin û ciwanan di civakê de pêş bixe.
El-Maşî diyar kir ku ew jî diyalogên çareserkirina aloziyê û avakirina pêşerojeke demokratîk re vekirîne.
Endama Buroya Rêxistina Jin a partiyê Nêrmîn Muslim jî axivî û desnîşan kir ku ew piştgiriyê didin rol û têkoşîna jinan û wiha got: “Em piştgiriyê didin avakirina civakeke azad, rêgirtina li ber tundiya li ser jinan û pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de.”






