Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Ocalan azadiya me ye

19/09/2018
in ROJEV
A A
Azadiya Ocalan azadiya me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyên bajarê Hesekê diyar kirin ku ew li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng namînin û wiha gotin: “Ocalan hemû jiyana xwe xist xizmeta azadiya me û emê jî ji bo azadkirina wî têbikoşin.”
Nerazîbûnên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dewam dikin. Welatiyên bajarê Hesekê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin.

RÊBER APO JIYANA DA XIZMETA GELAN

Welatiyê bi navê Ezher Ehmed girêdayî mijarê wiha got: “Divê kesên xwedî wijdan û azadîxwaz ji bo azadkirina Ocalan tevbigerin. Rêber APO jiyana xwe xist xizmeta hemû gelan û ji bo azadiya hemû gelan û parastina nirxên wan têkoşiya. Felsefeya Rêber APO di nava milyonan welatiyan de belav bû. Em weke pêkhateyên Rojava emê ji bo azadkirina rêberê xwe tevbigerin. Bi felsefeya rêber APO ya ronakbîr pêkhateyên Rojava destkeftiyên mezin bi dest xwe ve anîn û hevgirtina pêkhateyan xurt kirin.”

EMÊ BÊ DENG NEMÎNIN

Welatiya bi navê Gulîstan Cemîl derbarê tecrîda li ser Rêber Ocalan de axivî û diyar kir ku ew weke jin ti carî li hemberî tecrîdkirina Rêber Ocalan bêdeng namînin û wiha got: “Ti hêz nikare me ji rêberê me dûr bixîne. Em ê ji bo azadkirina wî asta têkoşîna xwe bilindtir bikin”.
Gulîstanê da zanîn ku armanca Tiriyê ji tecrîdkirinê ew e ku îradeya gelê Kurd bişkîne û siyaseta xwe ya tunekirina gelê Kurd bidomîne û wiha dewam kir: “Divê Tirkiye baş bizanibe heta em hebin wê têkoşîn û berxwedana me dewam bike”.

DIVÊ KURD SERÎ
HILDIN

Welatiya bi navê Rîma Mehmûd jî wiha axivî: “Divê hemû gelên bindest ku Ocalan ji bo azadiya wan têdikoşe li hemberî dewleta Tirk a faşist serî hildin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û azad bikin. Em weke jin ku rêberê me jiyana xwe xistiye xizmeta azadiya jinan, emê jî ji bo azadkirina wî asta têkoşîna xwe bilind bikin.”
Rîma bang li hemû welatiyên Kurdistanî yên li seranserî cîhanê kir ku ji bo azadkirina Ocalan tevbigerin û wiha got: “Tirkiye rêberê me girtî ye, lê ti carî nikare fikr û felsefeya wî ya azad bigire.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.