Rojnameya Ronahî

Gelên Hesekê ji bo Ocalan daketin qadan

Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, bi hezaran welatiyên Hesekê beşdarî meşê bûn.

Meşê ji çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer ber bi çerxeriya Şehîd Serhed a taxa Miftî ve dest pê kir. Di meşê de weneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.

Meş li çerxeriya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê, li vir rêveberê Hêzên Parastina Civakî Hûsam El-Elî axivî û rola felsefeya Netewa Demokratîk a ku Ocalan pêşxistiye  silav kir û destnîşan kir ku ev felsef bingeha çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

El-Elî, bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li erka xwe derkevin û ji bo azadiya Ocalan zextê li Tirkiyê bikin…